Ma mirov dikare bi pêlavê nimêj bike?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Nimêj Tarih: 06 Şubat 2019

Pirs: Ma Pêxemberê me bi pêlavê nimêj kiriye?

Bersiv: Belê, Pêxemberê me (s.a.w) bi pêlavê nimêj kiriye. Lewra di wê demê de binê Mescida Nebî, wekî roja me bi xaliyan neraxistîbû; zemîna mizgeftê bi ax û ber bû. Ji ber vê yekê dema mirov li cihekî bi ax an jî bi xîç nimêj bike, ne lazim e ku pêlava xwe derxe. Mirov dê binêre ka pîsîtiyek bi solê ve heye an na. Gava pîstiyeke ku bibe asteng ji bo kirina nimêjê pê ve hebe, dê were qajijkirin û piştre bi solê nimêj were kirin. Van hedîsên li jêr vê yekê destnîşan dikin:

Li gorî ku ji Ebû Mesleme (x.j.q) hatiye ragihandin wî, wiha gotiye: “Min ji Enesê kurê Malik pirsî: Ma Pêxemberê me bi pêlavê nimêj dikir? Enes got ku: Belê.” (Buxarî, Selat, 24)

Tirmizî jî di kitêba xwe de cî daye vê hedîsê û wiha gotiye: “Alim, bi vê hedîsê emel dikin.” (Tirmizî, Selat, 181)

‘Ebdullahê kurê Mesûd wiha gotiye: “Bê guman, me dît ku Resûlullah bi pêlav û xufikan nimêj dikir.” (Ebû Dawûd, Selat, 88; Îbn Mace, Îqametu’s-Selat, 66)

Ebû Seîd el-Xudrî wiha gotiye: “Resûlullah li pêşiya sehabiyan nimêj kir, sola xwe derxist û danî aliyê xwe yê çepê. Dema cemaetê dît, wan jî solên xwe derxistin. Gava Resûlullah nimêja xwe xelas kir ji cemaetê pirsî: ‘We çima pêlavên xwe derxistin?’ (Gotin:) ‘Me dît ku te derxist (ji lewra) me jî derxist.’ Li ser vê yekê Resûlullah wiha kerem kir:

‘Cebraîl hat û ez agahdar kirim ku bi pêlava min ve pîsîtî heye.’ (Gotina xwe berdewam kir) Gava yek ji we hat mizgeftê, bila li pêlava xwe binêre, heke nepaqijî pê ve hebe bila jê bibe û bi pê nimêj bike.” (Ebû Dawûd, Selat, 88)

Şeddadê kurê Ews, ji bavê xwe (Ews) radigihîne ku: “Resûlullah wiha kerem kiriye: Wekî Cihûyan mekin. Lewra ew bi pêlav û xufikan nimêj nakin (hûn bikin).” (Ebû Dawûd, Selat, 88)

Hevoka “hûn bi pêlavan bikin” ya di vê hedîsê derbas dibe, ne di wateya fermanê de; bi mena serbestiyê ye. Alimên gotine bi şertê ku paqij be hem bi pêlav hem jî pêxas nimêj tê kirin. Di vê babetê de mirov serbest e. Rastiya vê yekê ji kirinên Pêxember (s.a.w) derdikeve holê. Lewra wî, hin caran bi pêlav, hin caran jî pêxas nimêj kiriye. (Ebû Dawûd, Selat, 88).

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin divê li pey hev bin? 08.01.19 240
2 Kesê Şafiî gava di nimêja 4 rek‘etî de rabe rek‘eta pêncan divê çi bike? 25.02.19 189
3 Ma mirov dikare di dawiya ezanê de selayê bixwîne? 15.04.19 176
4 Ma niyeta nimêjê çawa tê anîn? 09.01.19 249
5 Ma kirina nimêjê li ser sicadeya ku wêneyê Ke‘beyê li ser heye caiz e? 27.02.19 227
6 Ma hedisa kesê çar qam sunnetên berî nîvro meke, mehdervaniya min nagihîjê, sehîh e? 16.04.19 129
7 Ma rast e ku “jina bêhn di xwe dabe, heta xusla xwe raneke nikare nimêj bike” 10.01.19 293
8 Ma mirovê meynoş heta 40 rojan nikare nimêj bike? 28.02.19 173
9 Ma mêr dikare li malê li pêşiya hevser û zarokên xwe îmamtiyê bike? 17.04.19 158
10 Xwendekarên dibistanê dê nimêjên xwe çawa bikin? 15.01.19 254
11 Ma zarok dikarin li pêşiya mezinan îmamtiyê bikin? 05.03.19 203
12 Ma mirov dikare nimêja îdê bi tenê bike? 18.04.19 138
13 Ma jin dikare îmamtiya jinan bike? 23.01.19 236
14 Ma di navbera herdu secdeyên nimêjê de duayekî ku were xwendin heye? 06.03.19 227
15 Çima nimêj Misilmanan ji şirkê dûr nagre? 22.04.19 132
16 Mirov di kîjan rewşan de dikare peya nimêj bike? 24.01.19 257
17 Nimêj kengî li zarokan ferz dibe? 07.03.19 248
18 Ma kirina nimêjê li rastê mizgeftê bi xêrtir e? 24.04.19 130
19 Mirov di demên kar de dê nimêjên xwe kengî bike? 25.01.19 231
20 Ma lixwekirina kum an jî şaşikê ji bo nimêjê lazim e? 11.03.19 189
21 Ma mirov dikare di rêwîtiyê de nimêjên xwe çar qam bike? 25.04.19 127
22 Ma nabe ku karkerên me nimêjên xwe bihêlin qezayê? 28.01.19 250
23 Ma nimêjeke bi navê nimêja hacetê heye? 12.03.19 195
24 Ma caiz e ku mirov piştî nimêjan li mizgeftê bi destê hev bigre? 29.04.19 171
25 Eger piştî nimêjê diyar bibe ku îmam bêdesmêj e dê çi bê kirin? 29.01.19 234
26 Ma xwendina sûreyên nimêjê di nimêjê de şert e? 14.03.19 178
27 Ma mirov dikare nimêjên ferz bi tena serê xwe bike? 30.04.19 176
28 Ma qibleya Misilmanan ya ewil Ke‘be yan Beytul-Meqdis bû? 24.12.18 246
29 Dema jin di pêşiya nimêjker re derbas bibe, ma nimêj betal dibe? 30.01.19 233
30 Ma delîla nimêjên sunnet ji ayetê heye? 25.03.19 193
31 Ma ji bo kirina nimêjê divê mirov ji serkarê xwe destûrê bixwaze? 02.05.19 205
32 Di nimêja bi cemaetî de ma şert e ku mirov bibêjê “tebayî îmamê hazir” 25.12.18 258
33 Da ku bikaribim rabim nimêja sibehê divê ez çi bikim? 31.01.19 218
34 Ma mirov dikare li odeya razanê nimêj bike? 28.03.19 171
35 Di nimêja bi cemaetî de divê cemaet kengî silavê bide? 26.12.18 308
36 Ez nikarim xwe bi tevahî bidim nimêjê. Divê ez çi bikim? 01.02.19 277
37 Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin, Cebraîl hînî Pêxemberê me kirine? 03.04.19 171
38 Ma hilkirina milan di nimêjê de mekrûh e? 27.12.18 338
39 Ma mirov dikare bi pêlavê nimêj bike? 06.02.19 202
40 Ma di nimêjê de ken, hem nimêj hem jî destmêjê betal dike? 04.04.19 163
41 Ma jin dikarin bêyî lixwekirina goreyan nimêj bikin? 28.12.18 262
42 Ma mirov dikare bi kincên bi resm nimêj bike? 18.02.19 232
43 Gava ferzeke destmêjê kêm be, nimêj qebûl dibe an na? 05.04.19 198
44 Ma em nimêjên xwe yên sunnet li mizgeftê yan li malê bikin? 31.12.18 278
45 Ma nimêja jinan ji ya mêran cuda ye? 19.02.19 232
46 Ma mirov dikare li kargehê rûniştî nimêj bike? 09.04.19 178
47 Ma mirov kengî rêwî tê hesabkirin? 03.01.19 226
48 Ma divê em li leşkeriyê çawa nimêj bikin? 20.02.19 202
49 Nimêja şevê kengî û çawa tê kirin? 10.04.19 157