Ma nimêja jinan ji ya mêran cuda ye?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Nimêj Tarih: 19 Şubat 2019

Pirs: Ma nimêja jinan ji mêran cuda ye? Gelo di der darê ka divê jin çawa nimêj bikin de tu hedîs hene?

Bersiv: Di berhemên hedîsê yên sehîh de di der barê ku nimêja jinan ji ya mêran cuda ye de tu hedîsek tuneye. Lê belê di kitêba Ebû Dawûd ya bi navê el-Merasîl de (berhemeke wî ji bilî Sunenê ye) hedîsek heye. Lê belê bi sedema ku ev hedîs hem di çavkaniyên saxlem de derbas nebûye hem jî ji ber ku mursel e* mirov nikare wê bi delîlî bigre. (Bnr: Nasiruddin Elbanî, Hadislerle Hz. Peygamberin Namaz Kılma Şekli, Wergêr: Osman Arpaçukuru, Stenbol 2004, rp: 315-316)

Piraniya cudahiyên di navbera nimêja jin û mêran de bi sedema alimên fiqhê derketine holê. Ew angaşt dikin ku bi saya van cudahiyan dê jin bêhtir xwe binixumîne. Wekî mînak di kitêbên fiqha Henefî de gava behsa van tiştan tê kirin; girêdana destan li ser sîngê, çemandina hindik di rukûê de, di secdeyê de dê ji mêran cuda rûnê û hwd. tê angaştkirin ku ev helwest ji bo nixumandina pîrekan munasibtir e. Bi taybetî jî dema hûn li berhema bi navê el-Hidaye binêrin, hûn ê bibînin sedemê van cudahiyan her dem bi vî awayî hatiye destnîşankirin “li enneha esteru leha/ ev, ji bo nixumandina wê munasibtir e.”

Heke em careke din vebêjin, di der barê ku jin ji mêran cuda nimêj dikin û ev jî bi sedema nixumandinê ye de tu ayet an jî hedîseke saxlem ku mirov bikaribe bi delîlî bigre tuneye.

* Hedîsa Mursel: Hedîsa ku di sedena wê de navê sehabî derbas nabe, yekî ji nesla tabiiyan bêyî ku navê sehabî bibêje yekser hedîsê ji Pêxember ragihîne…

Hedîsên mursel, di bin beşa hedîsên qels de tên nirxandin. Ev jî bi sedema ku seneda wê ne muttesil e, ango ji ber ku qutbûn tê de heye. Ji ber navê rawiyê ku hedîs ji Pêxember (s.a.w) bihîstiye nehatiye gotin û yekser ji Pêxember hatiye ragihandin bi awayê hedîsa mursel hatiye binavkirin.

Hedîsa mursel, di dîn de huccet nayê qebûlkirin. Di vê babetê de rexnegir û hafizên ilmê hedîsê tifaq kirine û di berhemên xwe de wiha gotine. Müslim, di pêşgotina berhema xwe ya bi navê Sehîh de wiha dibêje: Baweriya me û ya zanayên ilmê hedîsê ev e, hedîsa mursel nabe delil. (Subhî es-Salih, Hadis İlimleri ve Hadis Istılahları, Wergêr: M. Yaşar Kandemir, Çapa 4em, Enqere 1986, rp: 137-139)

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma rast e ku “jina bêhn di xwe dabe, heta xusla xwe raneke nikare nimêj bike” 10.01.19 244
2 Ma mirovê meynoş heta 40 rojan nikare nimêj bike? 28.02.19 129
3 Ma mêr dikare li malê li pêşiya hevser û zarokên xwe îmamtiyê bike? 17.04.19 112
4 Xwendekarên dibistanê dê nimêjên xwe çawa bikin? 15.01.19 201
5 Ma zarok dikarin li pêşiya mezinan îmamtiyê bikin? 05.03.19 136
6 Ma mirov dikare nimêja îdê bi tenê bike? 18.04.19 96
7 Ma jin dikare îmamtiya jinan bike? 23.01.19 194
8 Ma di navbera herdu secdeyên nimêjê de duayekî ku were xwendin heye? 06.03.19 146
9 Çima nimêj Misilmanan ji şirkê dûr nagre? 22.04.19 93
10 Mirov di kîjan rewşan de dikare peya nimêj bike? 24.01.19 179
11 Nimêj kengî li zarokan ferz dibe? 07.03.19 185
12 Ma kirina nimêjê li rastê mizgeftê bi xêrtir e? 24.04.19 97
13 Mirov di demên kar de dê nimêjên xwe kengî bike? 25.01.19 187
14 Ma lixwekirina kum an jî şaşikê ji bo nimêjê lazim e? 11.03.19 143
15 Ma mirov dikare di rêwîtiyê de nimêjên xwe çar qam bike? 25.04.19 90
16 Ma nabe ku karkerên me nimêjên xwe bihêlin qezayê? 28.01.19 180
17 Ma nimêjeke bi navê nimêja hacetê heye? 12.03.19 152
18 Ma caiz e ku mirov piştî nimêjan li mizgeftê bi destê hev bigre? 29.04.19 110
19 Eger piştî nimêjê diyar bibe ku îmam bêdesmêj e dê çi bê kirin? 29.01.19 175
20 Ma xwendina sûreyên nimêjê di nimêjê de şert e? 14.03.19 133
21 Ma mirov dikare nimêjên ferz bi tena serê xwe bike? 30.04.19 121
22 Ma qibleya Misilmanan ya ewil Ke‘be yan Beytul-Meqdis bû? 24.12.18 190
23 Dema jin di pêşiya nimêjker re derbas bibe, ma nimêj betal dibe? 30.01.19 192
24 Ma delîla nimêjên sunnet ji ayetê heye? 25.03.19 130
25 Ma ji bo kirina nimêjê divê mirov ji serkarê xwe destûrê bixwaze? 02.05.19 163
26 Di nimêja bi cemaetî de ma şert e ku mirov bibêjê “tebayî îmamê hazir” 25.12.18 210
27 Da ku bikaribim rabim nimêja sibehê divê ez çi bikim? 31.01.19 174
28 Ma mirov dikare li odeya razanê nimêj bike? 28.03.19 122
29 Di nimêja bi cemaetî de divê cemaet kengî silavê bide? 26.12.18 271
30 Ez nikarim xwe bi tevahî bidim nimêjê. Divê ez çi bikim? 01.02.19 217
31 Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin, Cebraîl hînî Pêxemberê me kirine? 03.04.19 116
32 Ma hilkirina milan di nimêjê de mekrûh e? 27.12.18 270
33 Ma mirov dikare bi pêlavê nimêj bike? 06.02.19 155
34 Ma di nimêjê de ken, hem nimêj hem jî destmêjê betal dike? 04.04.19 117
35 Ma jin dikarin bêyî lixwekirina goreyan nimêj bikin? 28.12.18 208
36 Ma mirov dikare bi kincên bi resm nimêj bike? 18.02.19 178
37 Gava ferzeke destmêjê kêm be, nimêj qebûl dibe an na? 05.04.19 144
38 Ma em nimêjên xwe yên sunnet li mizgeftê yan li malê bikin? 31.12.18 242
39 Ma nimêja jinan ji ya mêran cuda ye? 19.02.19 165
40 Ma mirov dikare li kargehê rûniştî nimêj bike? 09.04.19 130
41 Ma mirov kengî rêwî tê hesabkirin? 03.01.19 198
42 Ma divê em li leşkeriyê çawa nimêj bikin? 20.02.19 154
43 Nimêja şevê kengî û çawa tê kirin? 10.04.19 114
44 Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin divê li pey hev bin? 08.01.19 190
45 Kesê Şafiî gava di nimêja 4 rek‘etî de rabe rek‘eta pêncan divê çi bike? 25.02.19 143
46 Ma mirov dikare di dawiya ezanê de selayê bixwîne? 15.04.19 122
47 Ma niyeta nimêjê çawa tê anîn? 09.01.19 206
48 Ma kirina nimêjê li ser sicadeya ku wêneyê Ke‘beyê li ser heye caiz e? 27.02.19 164
49 Ma hedisa kesê çar qam sunnetên berî nîvro meke, mehdervaniya min nagihîjê, sehîh e? 16.04.19 86