Fetwayen Kurdi
Kesê Şafiî gava di nimêja 4 rek‘etî de rabe rek‘eta pêncan divê çi bike?

Kesê Şafiî gava di nimêja 4 rek‘etî de rabe rek‘eta pêncan divê çi bike?

Pirs: Li gorî mezhebê Şafiî, gava mirov di tehiyyata dawî de rûnenê û rabe ser xwe ma beriya rukûê yan jî beriya secdeyê divê ji bo tehiyyata dawî rûnê?

Bersiv: Nêrînên mezhebê Şafiî di di der barê vê pirsê de bi kurtasî wiha ne:

“Eger mirov di rek‘eta pêncan de tehiyyat xwendibe û piştî selamdayinê hatibe bîra wî, divê mîna ku Pêxemberê me kiriye* biçe secedeya sehwê.

Eger piştî xwendina tehiyyatê, lê belê beriya selamdayinê hatibe bîra wî, dê biçe secdeya sehwê, piştre selam bide.

Eger di rek‘eta pêncan de beriya xwendina tehiyyatê were bîra wî û di rek‘eta çaran de tehiyyat nexwendibe, divê pê re rûnê, tehiyyatê bixwîne, piştre biçe secdeya sehwê û selam bide.” (Ebu’l-Huseyn Yehya b. Ebi’l-Xayr b. Salim el-‘Imranî, el-Beyan fî Mezhebi’l-Îmami’ş-Şafiî, Daru’l-Minhac, Beyrût 2000, c: 2 rp: 333)

* ‘Ebdullahê kurê Mesûd (x.j.q) wiha gotiye: “(Carekê) Resûlullah aleyhisselam nimêja nîvro pênc rek’et kir. Jê pirsîn ma di jimara nimêjê de zêdeyî çêbûye? Resûlullah pirsî: “Çi bû, hûn çima dipirsin?” Sehabiyan gotin: “Lewra we nimêja nîvro pênc rek‘et kir, ji lewre.” Li ser vê yekê Resûlullah, piştî ku selam dabû (bi sedema jibîrkirinê) du caran çû secdeyê.” (Buxarî, Sehw, 2; Muslim, Mesacid, 89 (572).