Fetwayen Kurdi
Ma mirovê meynoş heta 40 rojan nikare nimêj bike?

Ma mirovê meynoş heta 40 rojan nikare nimêj bike?

Pirs: Kesê ereqvewxer kengî dikare nimêj bike? Hin kes dibêjin divê 40 rojan raweste û piştre dest bi kirina nimêjê bike. Ma ev yek rast e?

Bersiv: Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de tiştên mirov ji ser hiş dibin bi awayekî teqez qedexe kiriye û wiha ferman kiriye:

“Gelî bawermendan! Bê guman mey (şerab), qumar, peykerên çikandî û falên bi zar pîs in, ji karê şeytên in. Nexwe xwe ji wan dûr bigrin, da ku hûn serfiraz bibin.” (Maîde, 5/90)

Gava kesê Misilman digel ku bizanibe vexwarina meyê heram e, bêyî ku vê yekê mandele bike û vexwe, gunehkar dibe. Lê belê ev helwest, nabe asteng li pêşiya kirina îbadetan. Lewra Xwedê Teala ji bo vê yekê pîvanek daniye. Di ayetekê de wiha tê fermnakirin:

Gelî bawermendan! Dema hûn serxweş bin heta hûn bizanin ka hûn çi dibêjin (…) zinhar nêzî kirina nimêjê mebin.” (Nîsa, 4/43)

Li gorî vê ayetê, Misilamanê ku meyê vedixwe, eger bixwaze nimêj bike, divê ne serxweş be, bikaribe li ser piyan raweste û bizanibe ka çi dibêje. Heta ku ev şert pêk neyên, mirovê meynoş nikare nimêj bike.

Misilmanê ku meyê vedixwe; lê belê dixwaze ku nimêj jî bike yan jî poşman dibe û dixwaze ku dev ji vexwarina meyê berde, zinhar divê çil rojî raneweste, di cî de dest bi kirina nimêjên xwe bike.

Di berhemên hedîsê de di der barê kesê meyê vedixwe, heta 40 rojan îbadetên wî nayên pejirandin de riwayeteke wiha cî digre:

Li gorî ku ji ‘Ebdullahê kurê ‘Umer hatiye ragihandin Resûlullah wiha ferman kiriye:

Kesê meyê vedixwe, heta çil rojan nimêjên wî qebûl nabin. Eger tobe bike, Xwedê tobeya wî dipejirîne. Eger dîsa li vexwarina meyê vegere, Xwedê heta çil rojan nimêjên wî qebûl nake. Eger tobe bike, Xwedê careke din tobeya wî qebûl dike. Dîsa li vexwarina meyê vegere, Xwedê heta çil rojan nimêjên wî qebûl nake. Eger tobe bike, Xwedê careke din tobeya wî qebûl dike. Eger cara çaran li ser vexwarina meyê dewam bike dîsa çil rojan nimêja wî kesî qebûl nake, eger tobe bike, tobeya wî jî qebûl nake û dê di dojehê meya ji çemê Xebalê bide.” Li ser vê yekê hate pirsîn ey Ebû ‘Ebdurrehman! Çemê Xebalê çi ye? Got: Robarekî ku ji kêma dojehiyan pêk tê.” (Tirmizî, Eşribe, 1; Ebû Dawûd, Eşribe, 5; Îbn Mace, Eşribe, 1)

Şîroveya Îmam Ebû Henîfe di der barê vê riwayetê de wiha ye:

“(Ben bu) sözün açıklamasını bilmiyorum. Söz sahiplerinin sözlerinin, hakikate kesin olarak aykırı olduğunu bildiğimiz bir açıklama yapmadıkları sürece, onları yalanlamam. Biz biliyoruz ki Allah, kulunu işlediği günahtan dolayı cezalandırır veya günahını affeder. Allah, kulunu işlemediği günahtan ötürü cezalandırmaz, kulun işlediği farzları hesap eder, günahlarını da yazar. Mesela, bir kimsenin malının zekâtından, daha fazla vermesi gerekirken elli dirhem verdiğini kabul edelim. Bu durumda Allah onu verdiği miktardan dolayı değil, vermediği miktardan dolayı cezalandırır. Verdiği miktarı kul lehinde değerlendirir. Keza bu kimse oruç tutar, namaz kılar, hacca gider ve adam öldürürse, bu hususta iyilikleri hesap edilir, kötülükleri ise aleyhine yazılır. Allah bu konuda Kur’an’da şöyle buyurur:

“(Ez) şîroveya vê gotinê nizanim. Ji bilî rewşa ku bi awayekî teqez li dijberî rastiyê be em gotina tu kesekî derew nadêrin. Em dizanin ku Xwedê, bi sedema gunehê ku bende kiriye, ya ceza dide xwe yan jî dibexşîne. Xwedê, bendeyê xwe bi gunehê ku nekiriye seza nake, ferzên ku bende kirine, her wiha gınehên wî jî hesab dike. Li ser meseleyê, em ferz bikin yek, divê ku zekata malê xwe pirtir bidana, pêncî dirhem da. Di vê rewşê de Xwedê, ne ji ber mîqdarê ku daye, bi sedema mîqdarê ku nedaye ceza dike. Mîqdarê ku daye, di lehê bende de dinirxîne. Her wiha eger ev kes rojiyê bigre, nimêj bike, biçe heccê û mirovekî bikuje, di vê babetê de qenciyên wî tên hesabkirin, xerabiyên wî jî di eleyhê wî de tên nivîsandin. Xwedê, di der heqê vê mijarê de di Qur’anê de wiha ferman dike:

“Xêra ku bi dest xistiye her jê re ye û gunehên ku bi dest xwe ve anîne jî her di stûyê wî de ne.” (Beqere, 2/286), “Ez kirina kiryarekî ji we qet winda nakim.” (Alî Îmran, 3/195), “Ji ya ku we kiriye pê ve hûn nayên cezakirin” (Yasîn, 36/54), “Hûn dê bi tenê cezayê kirinên xwe bikişînin” (Tehrîm, 66/7), “Kî bi qasî giraniya zerreyekê qenciyê bike dê wê bibîne. Kî jî bi qasî giraniya zerreyekê neqenciyê bike dê wê bibîne” (Zizal, 99/7-8), “Çi biçûk û çi mezin her tişt rêzerêz hatiye nivîsandin.” (Qemer, 54/53)

Li gorî vê rewşê, qencî û xerabî her çiqas biçûk jî bin ji aliyê Xwedê ve tên nivîsandin.

“Em ê roja qiyametê şehînên edaletê deynin. Êdî li tu kesî dê neheqî neyê kirin. Çendî ew bi qasî giraniya libeke xerdelê be jî, Em ê dîsa hesab bikin. Ji aliyê hesabbîniyê ve Em bes in.” (Enbiya, 21/47)

Kesê li dijî van, hin tiştan angaşt bike, ew Xwedê bi zordestiyê diwesifîne. Halbukî di der barê ku Xwedê zulmê nake, garantî daye bendeyên xwe:

Ev ayetên li jêr vê yekê diyar dikin: “Êdî li tu kesî dê neheqî neyê kirin.” (Enbiya, 21/47), “Bi tenê hûn ê bi ya ku we kiriye bêne cezakirin.” (Saffat, 37/39), “Kî bi qasî giraniya zerreyekê qenciyê bike dê wê bibîne. Kî jî bi qasî giraniya zerreyekê neqenciyê bike dê wê bibîne” (Zizal, 99/7-8). Bi sedema ku Xwedê bersiva qenciyan dide, xwe bi awayê şekûr îfade kiriye. Ew, ji her kesî bexşendetir e.

Eger em werin meseleya qenciyan, ev her sê sebebên li jêr xêra wan betal dikin:

Ya yekem, çêkirina hevparan ji Xwedê re. Di vê babetê de Xwedê wiha ferman dike: “Kî ku îmanê înkar bike, bê guman kirinên wî pûç dibin.” (Maîde, 5/5).

Ya duyem, piştî ku mirov yekî azad bike yan sile-i rehim bike yan jî ji bo qayiliya Xwedê malekî bike sedeqe, xwe aciz bike yan ji bilî vê, da ku bixe bin minnetê ji kesê qencî lê kiriye re bibêje “Ma min qencî li te nekir” û hwd. Di rewşên mîna vê de xêra van qenciyan bi ber bayê dikevin. Lewra Xwedayê mezin ferman kiriye ku: “Xêra sedeqeyên xwe bi minet û êşandinê pûç mekin.” (Beqere, 2/264)

Ya sêyem, kirina karekî ji bo riyakariyê. Xwedê, başiya ku bi armanca riyakariyê were kirin, qebûl nake. Ji bilî van her sê rêyan, tu guneh xêra qenciyan betal nakin.” (İmam-ı Azam Ebû Hanife, İmam-ı Azam’ın Beş Eseri, Tercüme: Mustafa Öz, İFAV Yayınları, İstanbul, 2008, “al-Âlim ve’l-Müteallim”, rp: 25-26).