Fetwayen Kurdi
Nimêj kengî li zarokan ferz dibe?

Nimêj kengî li zarokan ferz dibe?

Pirs: Nimêj kengî li zarokan ferz dibe?

Bersiv: Di dînê me berpirsyariya bi îbadetan, ji dema balixbûnê dest pê dike. Li gorî ku ji ‘Elî (x.j.q) hatiye ragihandin Resûlullah aleyhisselam wiha ferman kiriye:

“Berpirsyarî ji sê kesan hatiye rakirin. Kesê razayî heta hişyar bibe, ji zarokan heta balix bibin, ji dînan û yên mîna wan heta baqil bibin.” (Tirmizî, Hudûd, 1. Wekî din bnr: Buxarî, Telaq, 11, Hudûd, 22; Ebû Dawûd, Hudûd, 17; Nesaî, Telaq, 21; Îbn Mace, Telaq, 15; Ehmed b. Hanbel, 1/116, 118)

Wekî îbadetên din, ji Misilmanan her jin û mêrê baqil dema balix bû bi kirina nimêjê berpirsyar e. Balixbûn jî ji bo mêran bi wexta îhtilamê (ango şeytan bi wan bikene); ji bo keçan jî ji gava ketina cilan dest pê dike.

Destpêka sala balixbûnê ji keçan 9, ji bo kuran jî 12 ye. Li gorî Ebû Henîfe dema kur 18, keç jî 17 salan temam bikin, li gorî piraniya alimên fiqhê jî çi keç çi jî kur dema 15 sal kirin, hukmen balix tên hesabkirin. (Ali Bardakoğlu, “Bülûğ”, DİA, İstanbul, 1992, c: 6 rp: 414). Keça nekeve cilan û kurê ku îhtilam nebûne dema bûn 15 salî,  êdî balix in. Ji ber vê yekê kesê gihaştibe vî temenî divê nimêj bike.