Ma nimêjeke bi navê nimêja hacetê heye?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Nimêj Tarih: 12 Mart 2019

Pirs: Ma nimêjeke bi navê nimêja hacetê heye?

Bersiv: Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Bi sebir û nimêjê alîkariyê ji Xwedê bixwazin. Bêguman Xwedê, teqez digel sebirkêşan e.”( Beqere, 2/153)

Li gorî vê, kirina nimêjê ji bo xwestina tiştekî ji Xwedê, jixwe hukmê vê ayetê ye. Di der barê meşrûiyeta nimêja hacetê ya ku li gorî çar mezhebên Sunnî û Ce‘ferî musteheb e, ev hedîsa li jêr e:

“Kesê hewcedariyeke ku aliyê ji Xwedê yan jî ji aliyê însanan ve tê bicihanîn hebe, bila bi awayekî rêkûpêk destmêj bigre du qam nimêj bike, piştre hemdê Xwedê bike, li ser Pêxember selewatan bide û wiha dua bike:

لاَ إِلَهَ إِلاَّ اللَّهُ الْحَلِيمُ الْكَرِيمُ سُبْحَانَ اللَّهِ رَبِّ الْعَرْشِ الْعَظِيمِ الْحَمْدُ لِلَّهِ رَبِّ الْعَالَمِينَ أَسْأَلُكَ مُوجِبَاتِ رَحْمَتِكَ وَعَزَائِمَ مَغْفِرَتِكَ وَالْغَنِيمَةَ مِنْ كُلِّ بِرٍّ وَالسَّلاَمَةَ مِنْ كُلِّ إِثْمٍ لاَ تَدَعْ لِي ذَنْبًا إِلاَّ غَفَرْتَهُ وَلاَ هَمًّا إِلاَّ فَرَّجْتَهُ وَلاَ حَاجَةً هِيَ لَكَ رِضًا إِلاَّ قَضَيْتَهَا يَا أَرْحَمَ الرَّاحِمِينَ ‏

“Ji Xwedê pê ve tu îlah tunene. Ew Helîm e, Kerîm e. Xwedayê ku xwediyê erşê mezin e ji temamê kêmasiyan dûr e. Hemd ji Xwedayê ku xwediyê her tiştî ye û her tişt xweşik afirandiye re be. Xwedayê min! Ez ji Te; kar û helwestên ku min bigihînin rehmet û bexşandina Te, bidestxistina her celeb başiyê, selametiya ji her cur gunehan dixwazim. Temamê gunehên min bibexşîne, xem û kederên min rake û hewcedariyên min ên ku riza Te pê hene, pêk bîne. Ey Xwedayê min ê ku dilovantirê dilovanan e.” (Tirmizî, Witir, 17; Îbn Mace, Îqame, 189)

Her çiqas pisporên hedîsê, ev hedîs ji aliyê senedê ve rexne kiribin û gotibin ku zeîf e jî, mîna ku li jor hat dîtin, ji bo hewcedariyekê kirina nimêjê bi ayetê sabit e. Li gorî vê, kesê hewcedariyeke wî hebe, herî kêm du qam nimêj dê bike û piştre eger bixwaze dikare duayê di hedîsê de borî yan jî bi awayê ku bixwaze dua bike.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Di nimêja bi cemaetî de divê cemaet kengî silavê bide? 26.12.18 214
2 Ez nikarim xwe bi tevahî bidim nimêjê. Divê ez çi bikim? 01.02.19 149
3 Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin, Cebraîl hînî Pêxemberê me kirine? 03.04.19 59
4 Ma hilkirina milan di nimêjê de mekrûh e? 27.12.18 218
5 Ma mirov dikare bi pêlavê nimêj bike? 06.02.19 104
6 Ma di nimêjê de ken, hem nimêj hem jî destmêjê betal dike? 04.04.19 68
7 Ma jin dikarin bêyî lixwekirina goreyan nimêj bikin? 28.12.18 157
8 Ma mirov dikare bi kincên bi resm nimêj bike? 18.02.19 104
9 Gava ferzeke destmêjê kêm be, nimêj qebûl dibe an na? 05.04.19 82
10 Ma em nimêjên xwe yên sunnet li mizgeftê yan li malê bikin? 31.12.18 166
11 Ma nimêja jinan ji ya mêran cuda ye? 19.02.19 108
12 Ma mirov dikare li kargehê rûniştî nimêj bike? 09.04.19 78
13 Ma mirov kengî rêwî tê hesabkirin? 03.01.19 146
14 Ma divê em li leşkeriyê çawa nimêj bikin? 20.02.19 99
15 Nimêja şevê kengî û çawa tê kirin? 10.04.19 72
16 Ma sûreyên di nimêjê de tên xwendin divê li pey hev bin? 08.01.19 140
17 Kesê Şafiî gava di nimêja 4 rek‘etî de rabe rek‘eta pêncan divê çi bike? 25.02.19 95
18 Ma mirov dikare di dawiya ezanê de selayê bixwîne? 15.04.19 66
19 Ma niyeta nimêjê çawa tê anîn? 09.01.19 148
20 Ma kirina nimêjê li ser sicadeya ku wêneyê Ke‘beyê li ser heye caiz e? 27.02.19 110
21 Ma hedisa kesê çar qam sunnetên berî nîvro meke, mehdervaniya min nagihîjê, sehîh e? 16.04.19 44
22 Ma rast e ku “jina bêhn di xwe dabe, heta xusla xwe raneke nikare nimêj bike” 10.01.19 184
23 Ma mirovê meynoş heta 40 rojan nikare nimêj bike? 28.02.19 84
24 Ma mêr dikare li malê li pêşiya hevser û zarokên xwe îmamtiyê bike? 17.04.19 60
25 Xwendekarên dibistanê dê nimêjên xwe çawa bikin? 15.01.19 144
26 Ma zarok dikarin li pêşiya mezinan îmamtiyê bikin? 05.03.19 89
27 Ma mirov dikare nimêja îdê bi tenê bike? 18.04.19 53
28 Ma jin dikare îmamtiya jinan bike? 23.01.19 145
29 Ma di navbera herdu secdeyên nimêjê de duayekî ku were xwendin heye? 06.03.19 88
30 Çima nimêj Misilmanan ji şirkê dûr nagre? 22.04.19 43
31 Mirov di kîjan rewşan de dikare peya nimêj bike? 24.01.19 125
32 Nimêj kengî li zarokan ferz dibe? 07.03.19 112
33 Ma kirina nimêjê li rastê mizgeftê bi xêrtir e? 24.04.19 42
34 Mirov di demên kar de dê nimêjên xwe kengî bike? 25.01.19 130
35 Ma lixwekirina kum an jî şaşikê ji bo nimêjê lazim e? 11.03.19 91
36 Ma mirov dikare di rêwîtiyê de nimêjên xwe çar qam bike? 25.04.19 43
37 Ma nabe ku karkerên me nimêjên xwe bihêlin qezayê? 28.01.19 126
38 Ma nimêjeke bi navê nimêja hacetê heye? 12.03.19 82
39 Ma caiz e ku mirov piştî nimêjan li mizgeftê bi destê hev bigre? 29.04.19 37
40 Eger piştî nimêjê diyar bibe ku îmam bêdesmêj e dê çi bê kirin? 29.01.19 121
41 Ma xwendina sûreyên nimêjê di nimêjê de şert e? 14.03.19 81
42 Ma mirov dikare nimêjên ferz bi tena serê xwe bike? 30.04.19 39
43 Ma qibleya Misilmanan ya ewil Ke‘be yan Beytul-Meqdis bû? 24.12.18 136
44 Dema jin di pêşiya nimêjker re derbas bibe, ma nimêj betal dibe? 30.01.19 133
45 Ma delîla nimêjên sunnet ji ayetê heye? 25.03.19 70
46 Ma ji bo kirina nimêjê divê mirov ji serkarê xwe destûrê bixwaze? 02.05.19 33
47 Di nimêja bi cemaetî de ma şert e ku mirov bibêjê “tebayî îmamê hazir” 25.12.18 159
48 Da ku bikaribim rabim nimêja sibehê divê ez çi bikim? 31.01.19 122
49 Ma mirov dikare li odeya razanê nimêj bike? 28.03.19 72