Fetwayen Kurdi
Ma delîla nimêjên sunnet ji ayetê heye?

Ma delîla nimêjên sunnet ji ayetê heye?

Pirs: Ma Hz. Pêxember aleyhisselam li gorî çi beriya nimêjên ferz û piştî wan nimêjên sunnet kirine? Delîla kirina van nimêjên sunnet çi ye?

Bersiv: Di berhemên hedîsê de di der barê kirina nimêjên sunnet yên beriya pênc nimêjên ferz û piştî wan de riwayetên cur bi cur hene. Li gorî ku ji ‘Ebdullahê kurê Umer û dayika me ‘Eyşeyê hatiye ragihandin, Qasidê Xwedê (s.a.w) beriya nimêjên ferz û piştî wan bi tevahî 12 rek‘et nimêjên nafîle kiriye. Beriya nimêja spîdeyê du qam, beriya nîvro çar û piştî nîvro du, piştî nimêja mexribê du û piştî nimêja ‘eşayê du qam nimêj kiriye. Bi sedema ku misêwa hatine kirin ji wan re “sunnetên rewatib” û ji ber ku Resûlullah pirê caran kiriye bi navê “sunnetên muekked” hatine binavkirin. Tê vegotin ku kesê li ser kirina van nimêjan berdewam be, Xwedê Teala dê li bihuştê mal/koşkekê bidê. (Bnr: Buxarî, Teheccud, 25, 29, 34, Cumu‘e, 39; Muslim, Musafîrîn, 291 (729), Cumu‘e, 71 (882); Muwetta, 69; Ebû Dawûd, Selat, 290, 299; Nesai, Îqamet, 64, Qiyamu’l-Leyl, 66, Cumu‘e, 43; Tirmizî, Selat, 206)

Li aliyê din di der barê sunnetên nimêja ‘esrê de ji Hz. ‘Elî û ‘Ebdullahê kurê Umer hatiye ragihandin ku Resûlullah aleyhisselam beriya nimêja ‘esrê du yan jî çar qam nimêj kiriye û ji bo kesê ku vê nimêjê bike dua kiriye. Ji ber ku Resûlullah aleyhisselam her gav nekiriye, sunnetên beriya nimêja ‘esrê bi awayê “sunnetê xeyrê muekked” hatiye binavkirin.  (Bnr: Ebû Dawûd, Selat, 297, (1271, 1272), Tirmizî, Selat, 318).

Di der barê çar qamên ku beriya nimêja ‘eşayê de tên kirin de di berhemên hedîsê de tu riwayetek tuneye.

Di Qur’ana Pîroz de îşaret bi bal van nimêjên ku Pêxemberê kirine ve hatiye kirin. Xwedê Teala wiha ferman kiriye:

فَاصْبِرْ عَلَى مَا يَقُولُونَ وَسَبِّحْ بِحَمْدِ رَبِّكَ قَبْلَ طُلُوعِ الشَّمْسِ وَقَبْلَ غُرُوبِهَا وَمِنْ آنَاءِ اللَّيْلِ فَسَبِّحْ وَأَطْرَافَ النَّهَارِ لَعَلَّكَ تَرْضَى

Li hemberî gotinên wan, xwe ragire. Beriya derketina rojê, beriya roj biçe ava, di wextên şevê û qismên rojê de hemdê Rebbê xwe bike û Wî ji her kêmasiyê pak bidêre, da ku tu qayîl bibî.” (Taha, 20/130)

Ev ayet diyar dike bê ka nimêjên sunnet kengî tên kirin. Di ayetên ku qala wextên nimêjên ferz tên kirin de îfadeya (أَقِمِ الصَّلَاة) “nimêjê birêkûpêk bike” derbas dibe. (Bnr: Hûd, 11/114, Îsra, 17/ 78). Lê belê di vê ayetê de îfadeya (وَسَبِّحْ) “tesbîh bike” derbas dibe. Îfadeya (لَعَلَّكَ تَرْضَى) “da ku tu qayîl bibî” destnîşan dike ku ev ne wextên nimêjên ferzi, li beravajî vê wextên nimêjên sunnet in. Eger ev wextên nimêjên ferz bûna, dê îfadeyeke bi rengî nehata bikaranîn. Lewra di îbadetên ferz de li rizaya kesan nayê nihêrtin, bi awayekî vebirî tê fermankirin. Her wiha di ayetên 39 û 40an ji sûreyê Qaf de jî piştî îfadeya (وَسَبِّحْ), îfadeyên “beriya derketina rojê, beriya roj biçe ava û ji şevê” derbas dibin. Ev jî bi bal demên nimêjên sunnet ve îşaret dikin.

Dema em ayeta 130an ji sûreyê Taha vekolin îfadeya “beriya derketina rojê” ‘işaretî bi bal du qam sunnetên beriya nimêja sibehê ve dike, îfadeya “beriya roj biçe ava” bi bal sunnetên beriya nimêja ‘esir ve, îfadeya “di wextên şevê” îşaretî bi bal du qamên piştî nimêja mexrib û ‘eşayê û nimêja teheccudê ve dike.  Bêjeya “آنَاءِ”ê ya ku di vê ayetê de de derbas dibe gelekî muhim e. Ev bêje, pirjimara gotina “آن”ê ye. Pirjimar di zimanê ‘Erebî de, herî kêm sê tiştan destnîşan dikin. Îfadeya “qismên rojê” jî îşaretî bi bal nimêja duha û sunnetên berî û piştî nimêja nîvro tên kirin ve dike. Gotina “أَطْرَافَ” jî gelekî muhim e. Lewra ev, pirjimara bêjeya “طرف”ê ye. Ji ber vê yekê ev îfade jî herî kêm sê tiştan destnîşan dike.

Temamê van tiştan destnîşan dikin ku nimêjên sunnet ji aliyê Resûlullah aleyhisselam ve ji Qur’anê hatine derxistin.

Li aliyê din mijara ka nimêjên sunnet tên terkkirin an nayên terkkirin cihekî xwe yê taybet heye. Lewra gelek kes bawer dikin ku çawa di nekirina nimêjên ferz de mirov dikeve bin berpirsyariyê, di terkkirina nimêjên sunnet de jî mirov dikeve bin webalê. Lê belê ev nimêj, ne nimêjên ferz in. Di ayet û hedîsên ku ji Resûlullah hatine ragihandin de ji bo kesê ku van nimêjên sunnet neke tu gef an jî cezayek derbas nabe. Li berevajî vê, hatiye diyarkirin ku kesên van bike, ji bo wan xelatên mezin hene. Di encamê de kesê van nimêjên sunnet meke, nabe gunehkar. Berpirsyarî bi tenê di nimêjên ferz de ye. Lê belê kesê nimêjên sunnet dibe xwediyê xêrê.