Fetwayen Kurdi
Ma di nimêjê de ken, hem nimêj hem jî destmêjê betal dike?

Ma di nimêjê de ken, hem nimêj hem jî destmêjê betal dike?

Pirs: Di nimêjê de kenê bi deng hem nimêj hem jî desmêjê betal betal dike. Wê gavê çima kenê bi deng ji derveyî nimêjê desmêjê naşkîne?

Bersiv: Di nimêjê de ken, li gorî çar mezheban nimêjê betal dike. Bi tenê li gorî Henefiyan digel nimêjê, destmêjê jî betal dibe. Hedîsên ku Henefiyan di der barê vê yekê de wekî delîl pêşkêş kirine, ji aliyê alimên hedîsê ve sehîh nehatine qebûlkirin. Ji ber vê yekê kenê bi deng çi di nimêjê de çi jî ji derveyî nimêjê, desmêjê naşkîne. Xwedê Teala wiha ferman dike:

“…Eger hûn nexweş bin yan rêwî bin yan yek ji we ji avrêjê hatibe yan jî hûn hinguftbin jinan û we av nedîtibe, wê çaxê bi axeke paqij teyemumê bigrin; rûyê xwe û destên xwe bi axê mesih bikin…”( Maîde, 5/6)

Li gorî vê ayetê, –her çiqas ne li daşirê be jî– tiştên ku li avrêjê tên kirin, desmêjê dişkînin. Ev jî babiberketin, tehareta biçûk û ya mezin e. Diyar e ku di nav nimêjê de ken, ne yek ji van e.

Hûn dikarin li videoya di navnîşana jêr de ye jî temaşe bikin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/abdesti-bozan-seyler-nelerdir-kan-ve-uyku-abdesti-bozar-mi.html