Fetwayen Kurdi
Gava ferzeke destmêjê kêm be, nimêj qebûl dibe an na?

Gava ferzeke destmêjê kêm be, nimêj qebûl dibe an na?

Pirs: Piştî kirina nimêjê min ferq kir ku di dema girtina desmêjê de min serê xwe mesih nekiriye. Di vê rewşê de, nimêja min qebûl dibe? An divê ez careke din nimêja xwe bikim?

Bersiv: Mesihkirina serî, ji ferzên destmêjê ye. Gava hûn jibîr bikin serê xwe mesih bikin, piştre hat bîra we, divê hûn ji nû ve desmêj bigrin û nimêja we kiriye careke din bikin. Gava nehat bîra we, di vê rewşê tiştekî ku were kirin tuneye.