Fetwayen Kurdi
Ma hedisa kesê çar qam sunnetên berî nîvro meke, mehdervaniya min nagihîjê, sehîh e?

Ma hedisa kesê çar qam sunnetên berî nîvro meke, mehdervaniya min nagihîjê, sehîh e?

Pirs: Di berhemên fiqhê de hedîseke wiha derbas dibe: “Kesê çar qam sunnetên berî nimêja nîvro terk bike, mehdervaniya min nagihîjê” (Bnr: Îbn Abidîn, 2/14). Ma ev hedîs, sehîh e?

Bersiv: Wekî ku we jî diyar kir, ev riwayet ne di çavkaniyên hedîsê de bêhtir di yên fiqhê de derbas dibe. Riwayeta tê diyarkirin ku Pêxemberê me gotiye wiha ye:

مَنْ تَرَكَ الْأَرْبَعَ قَبْلَ الظُّهْرِ، لَمْ تَنَلْهُ شَفَاعَتِي

“Kesê çar qam sunnetên berî nimêja nîvro terk bike, mehdervaniya min nagihîje wî kesî.” (Bnr: el-Merxînanî, el-Hîdaye, Weşanên Kahraman, Stenbol 1986, I, 72)

Îmam Zeyle‘î di berhema xwe ya bi navê Nesbu’r-Raye ya ku hedîsên di el-Hidaye ya ku ji çavkaniyên sereke yên mezhebê Henefî ye vedikole, cih daye vê riwayetê û ew bi awayê “xerîbun cidden” wesifandiye. Lê belê behsa tu rawiyekî di zincîra riwayetê de nekiriye. (Bnr: el-Merxînanî, el-Hidaye, I, 72)

Îbn Hacer el-‘Esqelanî jî di berhema xwe ya bi navê ed-Diraye de ya ku hedîsên pirtûka el-Hîdaye vedikole di derbarê vê riwayetê de gotiye ku: “Min ew (çavkaniya wê) nedîtiye.”( Bnr: Îbn Hecer, ed-Diraye, I, 205)

Herwiha hatiye neqilkirin ku Îmam Newewî jî gotiye: “Eslê vê riwayetê tuneye.” (Fettenî, Tezkiretu’l-Mewdû‘at, I, 48.)

Di enacamê de ev riwayet ji aliyê ‘ilmê hedîsê ve, ne pêkan e ku mirov wê wekî delîl bigre.

Ya mirov jê berpirsyar e, kirina nimêjên ferz in. Kesê nimêjên sunnet bike, dibe xwedî xêr; lê kesê neke jî pê nakeve gunehkariyê.

Di der barê vê mijarê de hûn dikarin ji navnîşanên jêr bersivên me yên bi awayê vîdeoyê temaşe bikin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/sunnet-i-muekkede-neye-denir-sunnetler-kilinmazsa-ne-olur.html

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/sunnet-namazlari-peygamberimize-allah-mi-emretmistir.html