Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare nimêjên ferz bi tena serê xwe bike?

Ma mirov dikare nimêjên ferz bi tena serê xwe bike?

Pirs: Ma mirov dikare nimêjên xwe yên ferz bi tena serê xwe bike? Hukmê vê yekê li gorî Qur’an û sunnetê çi ye?

Bersiv: Di Qur’ana Pîroz de çend ayetên ku îşaretî bi bal girîngiya nimêja bi cemaetî ve dikin hene.[1] Pêxemberê me jî aleyhisselam girîngiyeke mezin daye nimêja bi cemaetî. Ji ber vê yekê di serdema sehabiyan de li kesê bêyî hebûna uzrekî beşdarî nimêja bi cemaetî nebûna –hema çi bigre– bi çavê minafiqan li wan dinihêrtin.[2] Heta Resûlullah, li sehabiyekî kor tembîh kiriye ku gava dengê ezanê bibihîze, divê nimêja bi cemaetî terk neke.[3]

Ji ber van delîlan hin aliman gotine ku nimêja bi cemaetî ferz ayn e, hinên din jî gotine ku ferz kifaye ye. Lê belê li gorî nêrîna piraniya aliman, nimêja bi cemaetî sunnetê muekked e. Li gorî me jî ya rast ev e. Lewra li gorî riwayeteke ku ji ‘Ebdullahê kurê ‘Umer hatiye neqilkirin, Pêxemberê me aleyhisselam wiha ferman kiriye:

Nimêja bi cemaetî tê kirin, ji ya ku bi tenê tê kirin bi bîst û heft dereceyan bi xêrtir e.”[4]

Gotina “bi xêrtir e”, destnîşan dike ku nimêja bi cemaetî ne ferz e. Lê belê qedrulîmkan bêyî hebûna uzrekî divê mirov nimêja bi cemaetî terk neke. Lewra nimêja bi cemaetî; wekî ezan, minare, qurban û hwd. bûye ji nîşaneyên ummeta Muhammed. Ji serdema ewil heta roja me Misilmanan nimêjên xwe yên ferz li mizgeftan bi birayên xwe re kirine. Ev yek wekî pêmayiyê ji zarokên xwe hiştine, heta ku gihaştiye me. Digel ku car caran di jiyana olî de hin neyênî û sistayî rû dabin jî, vê yekê bandor li nmêja bi cemaetî qet nekiriye. Wekî ku ji vê gotina sehabî Ebû Derda “Ji bilî nimêja wan bi cemaetî, êdî bûye ku ez ummeta Muhemmed nas nakim”[5] diyar dibe ku pêşiyên me di mijara nimêja bi cemaetî de gelekî baldar bûne, herçiqa dev ji hin tiştan berdabin jî ji kirina nimêjê qet tawîz nedane.

Jixwe hebûna mizgeft û ezanê destnîşan dikin ku divê nimêj bi cemaetî bê kirin. Lewra mizgeft, bi mebesta ku însan nimêjên xwe bi hev re bikin hatine avakirin. Eger lazimbûna ku mirov nimêjên li malan an jî li kargehên xwe bikin, wê gavê hewcedarî bi çêkirina mizgeftan nedibû. Mirov dikare heman tiştî ji bo ezanê jî bibêje. Lewra ezan, ne bi tenê ji bo diyarkirina hatina wextê nimêjê tê xwendin, di heman wextê de banga ku mirov bi hev re nimêj bikin e. Ma jixwe hevokên “Heyye ale’s-selat/Werin nimêjê”, “Hayye ale’l-felah/Werin xelasiyê”, ji bilî banga bi bal nimêja bi cemaetî ve tê çi wateyê!

ÇAVKANÎ: Yahya Şenol-Enes Alimoğlu, İnsanlık Tarihi Boyunca O Namaz, Süleymaniye Vakfı Yayınları, İstanbul, 2016, rp: 175-176.

[1] Bnr: Beqere, 2/43; Nîsa, 4/102; Maide, 5/58.

[2] Bnr: Muslim, Mesacid, 256 (654).

[3] Bnr: Muslim, Mesacid, 255 (653).

[4] Buxarî, Ezan, 30; Muslim, Mesacid, 249-250 (650); Nesaî, Îmamet 42; Îbn Mace, Mesacid 16. Wekî din ji bo hin riwayetên din ên di der barê fezîleta nimêja bi cemaetî de bnr: Buxarî, Ezan 30; Muslim, Mesacid, 245-247 (649).

[5] Buxarî, Ezan, 31.