Fetwayen Kurdi
Hukmê nêzîkatiye bi bal pîrekê ve bi rêya “oral” ji dev çi ye?

Hukmê nêzîkatiye bi bal pîrekê ve bi rêya “oral” ji dev çi ye?

Pirs: Hukmê nêzîkatiya bi bal pîrekê ve bi rêya oralê (ji dev ve) çi ye?

Bersiv: Di Îslamê de tu hukmekî ku xwe bi vê mijarê ve bigire, tune ye. Lê belê karekî wiha li dijî fitret û xwezaya însanê ku fitreta wî saxlem mabe û xera nebûbe. Ji vê bonê mekrûh e.

Dema hûn ayetên 222-223’an ji sûreyê Beqere bixwînin, hûn ê bibînin ku nêzîkatiya bi rêya anal/ji paş ve, ne caiz e. Hedîsên Pêxember (s.a.w) ên têkiliya analê qedexe dikin, divê ku bi vî awayî bên nirxandin. çûna bi bal pîrekê ve bi rêya oralê/ bi rêya dev, -her çiqas nehatibe tewsiyekirin jî- dîsa jî ne cureyekî ji têkiliya ji pêş an jî ji paş de ye. Eger wekî hev bûna, çawa ku di têkiliya analê de hatiye, teqez dê di vê mijarê de jî ji Pêxember (s.a.w) qedexeyeke bihata.

Delîla alimên ku vî karî xweş nadêrin, tirs û endîşeya ku dê bibe sedem ji bo nerihetî û nexweşiyan.

Ji ber ku di vê mijarê de tu nes (delîlek ji ayet û hedîsê ku teqez qedexe bike) tune ye, dibêjin ku mekrûh e. Mekrûh, ne mîna heram e. Lewra heram tiştê ku di qedexebûna wê de biryareke teqez hatibe dayin.