Ma kesê rêwî jî divê qurbanê serjê bike?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Qurban Tarih: 10 Temmuz 2019

Pirs: Ma kesê rêwî jî divê qurbanê serjê bike?

Bersiv: Pêxemberê me aleyhisselam û xanimên wî di Heca Xatirxwestinê de rêwî bûn, nimêjên xwe yên çar qam jî bi awayê du qam dikirin. Bi sedema ku wan ji bo cejnê qurban serjê kirine, diyar dibe ku rêwîtî peywira serjêkirina boraqê ji ser mirov ranake.

Qurbanên ku Nebîyê me aleyhisselam di Heca Xatirxestinê de gorî kiribûn, boraqên cejna Quubanê bûn. Jixwe Xwedê Teala ferman kiriye ku divê hecî, boraqên îda Qurbanê li wê derê serjê bikin:

لِيَشْهَدُوا مَنَافِعَ لَهُمْ وَيَذْكُرُوا اسْمَ اللّٰهِ فيۤ اَيَّامٍ مَعْلُومَاتٍ عَلٰى مَا رَزَقَهُمْ مِنْ بَهيمَةِ الْاَنْعَامِ فَكُلُوا مِنْهَا وَاَطْعِمُوا الْبَاۤئِسَ الْفَقيرَ

Da ku mirov (di Hecê de) berjewendiyên xwe bibînin û da ku navê Xwedê di rojên diyar de li ser en‘amên (mîh, bizin, dewar û hêştir) ku me bi rizqînî daye wan bibêjin. Vêca ji (goştê) wan hem hûn bixwin hem jî bidin xizanan.” (Hec, 22/28)

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş