Hukmê qurbana ‘eqîqeyê çi ye?  Ma serjêkirina wê ferz e yan na?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Qurban Tarih: 17 Temmuz 2019

Pirs: Hukmê serjêkirina qurbana ‘eqîqeyê ji bo zarokên nû welidîne çi ye?

Bersiv: Bi armanca spasiya Xwedê Teala ji qurbana ku ji bo çêbûna zarokê tê serjêkirin re (qurbana ‘eqîqeyê) tê gotin.

‘Eqîqe (العقيقة), di zimanê ‘Erebî de navê porê ku li ser serê zarokê nû hatiye dunyayê ye. Ji ber ku di roja serjêkirina qurbana ‘eqîqeyê de porê zarok jî tê qusandin, ev nav li qurbanê hatiye kirin. Pêxemberê aleyhisselam ji bo vê qurbana ku wekî spasiyê tê serjêkirin, îfadeya “nesîke”yê tercîh kiriye.  Ev bêje ji koka “nusuk”ê ye û di wateya “îtaet û îbadet”ê de ye. (Muwette’, ‘Eqîqe, 1; Nesaî, ‘Eqîqe, 1; Ehmedê kurê Henbel, Musned, 2/182)

Li gorî ku ji dayika me ‘Eyşeyê hatiye ragihandin, Hz. Pêxember, dema neviyên wî Hesen û Huseyin bûn heft rojî qurbana wan a ‘eqîqeyê serjê kiriye û nav li wan daniye.  (Tecrîd-i Sarîh Tercümesi, c: 11, rp: 401)

Ev qurban, di serdema Cahileyeyê de bi tenê ji bo lawan dihate serjêkirin. Lê belê Pêxemberê me ji bo çêbûna keçan jî tewsiye bi serjêkirina vê qurbanê kiriye.

Li gorî mezhebê Malikî, Şafiî û Henbelî serjêkirina vê qurbanê sunnet e. Li aliyê din li gorî mezhebê Henefî mubah e, di hin çavkaniyan jî mendûb e. Li gorî van agahiyan kesê qurbana ‘eqîqeyê serjê meke, gunehkar nabe.

Qurbana ‘eqîqeyê mirov dikare ji dema çêbûna zarokê heta ku bigihîje wexta balixbûnê serjê bike. Lê belê serjêkirina wê di rojên ewil de bi taybetî jî di roja heftan ji çêbûna zarok musteheb hatiye qebûlkirin.

Goştê qurbana ‘eqîqeyê hem mirov dikare li nas-heval û cîranan belav bike hem jî mirov bi xwe û efradên malbatê dikarin jê bixwin.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma di serdema Hz. Pêxember de boraq bi rêya wekaletê dihat serjêkirin? 10.08.18 302
2 Ma hesp û xezal dibin qurban? 02.08.19 39
3 Ma mirov dikare li ser navê malbatê bi tenê qurbanekê serjê bike? 17.06.19 101
4 Ma heywana ku roja cejnê zaye û têjika wê bi hev re tên serjêkirin? 05.08.19 51
5 Ma mirov dikare qurbanê bexşî komel û weqfan bike? 18.06.19 106
6 Ma mirov dikare ji şîr û hiriya qurbanê îstifade bike? 06.08.19 32
7 Ma mirov dikare bi pereyê qrediyê qurbanê serjê bike? 08.07.19 72
8 Heywana ku diranên wê yên şîr neketine dibin qurban? 07.08.19 29
9 Ma kesê rêwî jî divê qurbanê serjê bike? 10.07.19 62
10 Ma divê mirov çi bike ji çermê qurbanê? 08.08.19 41
11 Ma mirov dikare bi şev qurbana xwe serjê bike? 16.07.19 46
12 Ma mirov dikare ji yekî xeyrimuslim qurbanî/boraqê bikire? 23.08.17 683
13 Hukmê qurbana ‘eqîqeyê çi ye?  Ma serjêkirina wê ferz e yan na? 17.07.19 48
14 Ma divê ku ji sê parên qurbanê du par werin belavkirin? 24.08.17 754
15 Ma mirov dikare goştê qurbanê bide kesên ateîst? 19.07.19 70
16 Kesê ku ji bo spasiyê boraqekê serjê bike ma dikare jê bixwe? 25.08.17 699
17 Dewar ji bo çend kesan dibe qurban? 22.07.19 72
18 Nuzûla Qur’anê bi zimanê ‘Erebî gelo dibe asteng ji bo cîhanîbûna wê? 02.10.17 681
19 Ma heywana terî/dûvjêkirî dibe qurban 23.07.19 48
20 Şirîkatiya di boraqê de divê çawa be? 30.07.18 299
21 Ma mirov dikare di cara yekem de dewarê bike qurban?   24.07.19 42
22 Ma serjêkirina qurbanê bi tenê ji bo kesên li heccê ne, ferz e? 31.07.18 349
23 Ma heywanên xesandî dibin qurban? 25.07.19 79
24 Ma selexane divê çi bikin ji saqatatên (serûpê û hinavên) boraqê? 01.08.18 368
25 Saziyên xêrê dikarin goştê qurbana ku ji wan re hatiye dayin, bifiroşin? 26.07.19 64
26 Ma hedîsa kesê boraqê serjê neke bila nêzî mizgefta me nebe, sehîh e? 02.08.18 293
27 Heywanên bi dermanan dirêjbûna qiloçên wan hatine astengkirin, dibin qurban? 29.07.19 43
28 Ma mirov dikare piştre yekî bike şirîkê boraqê? 03.08.18 296
29 Temenê heywana ku dibe qurban li gorî çi tê hesabkirin? 30.07.19 38
30 Hukmê gotina bîsmillah di dema serjêkirina boraqê de çi ye? 09.08.18 313
31 Heywana ku memikeke wê jêbûye dibe qurban? 01.08.19 38