Dewar ji bo çend kesan dibe qurban?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Qurban Tarih: 22 Temmuz 2019

Pirs: Di qurbana ku ji cinsê dewaran e, heft kes dikarin bibin şirîk. Ma zêdeyî vê jî nabe? Heke nabe, ka çima nabe? Heke hûn şîrove bikin, ez ê dilşad bibim?

Bersiv: Di qurbanên ku ji cinsê dewaran e, herî zêde heft kes dikarin bibib şirîk. Delîla vê yekê jî hedîsa li jêr e:

Ji Cabirê kurê ‘Ebdullah hatiye ragihandin:

“Me di wexta Resûlullah aleyhisselam de hecca temettu’ê dikir bişirîkatî ji bo heft kesan dewarek û (dîsa) ji bo heft kesan hêştirek dikir qurban.” (Muslim, Hecc 353; Ebû Dawûd, Edahî, 6-7; Tirmizî, Hecc 66; Nesaî, Dehaya 16; Muwette’, Dehaya 9; Îbn Mace Edahî, 5; Ehmedê kurê Henbel, 3/335, 5/409.)

Dîsa ji Cabirê kurê ‘Ebdullah hatiye ragihandin:

“Me bi Resûlullah re telbiye dianî, ji bo çûna heccê ketin rê. Resûlullah ferman kir ku em di dewar û hêştiran de bibin şirîk, ji me her heft kes di hêştirekê de bibin şirîk.” (Muslim, Hecc, 351)

Qurban, ji qismê îbadetan e. Ji ber vê yekê ji xeyrî ayet û hedîsan mirov nikare ji delîleke din di der barê qurbanan de hukmekî bi dest bixe.

 

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Hukmê gotina bîsmillah di dema serjêkirina boraqê de çi ye? 09.08.18 326
2 Heywana ku memikeke wê jêbûye dibe qurban? 01.08.19 55
3 Ma di serdema Hz. Pêxember de boraq bi rêya wekaletê dihat serjêkirin? 10.08.18 313
4 Ma hesp û xezal dibin qurban? 02.08.19 59
5 Ma mirov dikare li ser navê malbatê bi tenê qurbanekê serjê bike? 17.06.19 108
6 Ma heywana ku roja cejnê zaye û têjika wê bi hev re tên serjêkirin? 05.08.19 66
7 Ma mirov dikare qurbanê bexşî komel û weqfan bike? 18.06.19 113
8 Ma mirov dikare ji şîr û hiriya qurbanê îstifade bike? 06.08.19 52
9 Ma mirov dikare bi pereyê qrediyê qurbanê serjê bike? 08.07.19 79
10 Heywana ku diranên wê yên şîr neketine dibin qurban? 07.08.19 47
11 Ma kesê rêwî jî divê qurbanê serjê bike? 10.07.19 69
12 Ma divê mirov çi bike ji çermê qurbanê? 08.08.19 72
13 Ma mirov dikare bi şev qurbana xwe serjê bike? 16.07.19 55
14 Ma mirov dikare ji yekî xeyrimuslim qurbanî/boraqê bikire? 23.08.17 690
15 Hukmê qurbana ‘eqîqeyê çi ye?  Ma serjêkirina wê ferz e yan na? 17.07.19 60
16 Ma divê ku ji sê parên qurbanê du par werin belavkirin? 24.08.17 768
17 Ma mirov dikare goştê qurbanê bide kesên ateîst? 19.07.19 89
18 Kesê ku ji bo spasiyê boraqekê serjê bike ma dikare jê bixwe? 25.08.17 715
19 Dewar ji bo çend kesan dibe qurban? 22.07.19 89
20 Nuzûla Qur’anê bi zimanê ‘Erebî gelo dibe asteng ji bo cîhanîbûna wê? 02.10.17 693
21 Ma heywana terî/dûvjêkirî dibe qurban 23.07.19 65
22 Şirîkatiya di boraqê de divê çawa be? 30.07.18 309
23 Ma mirov dikare di cara yekem de dewarê bike qurban?   24.07.19 51
24 Ma serjêkirina qurbanê bi tenê ji bo kesên li heccê ne, ferz e? 31.07.18 363
25 Ma heywanên xesandî dibin qurban? 25.07.19 96
26 Ma selexane divê çi bikin ji saqatatên (serûpê û hinavên) boraqê? 01.08.18 379
27 Saziyên xêrê dikarin goştê qurbana ku ji wan re hatiye dayin, bifiroşin? 26.07.19 80
28 Ma hedîsa kesê boraqê serjê neke bila nêzî mizgefta me nebe, sehîh e? 02.08.18 301
29 Heywanên bi dermanan dirêjbûna qiloçên wan hatine astengkirin, dibin qurban? 29.07.19 54
30 Ma mirov dikare piştre yekî bike şirîkê boraqê? 03.08.18 306
31 Temenê heywana ku dibe qurban li gorî çi tê hesabkirin? 30.07.19 48