Ma mirov dikare ji şîr û hiriya qurbanê îstifade bike?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Qurban Tarih: 06 Ağustos 2019

Pirs: Cihê ku ez li dijîm mirov qurbanên xwe beriya cejnê dikirin. Ma mirov dikare ji şîrê wan heywanên qurbanê îstifade bike?

Bersiv: Li gorî mezhebê Henefî, îstifadekirina ji şîr û mûyê qurbanê beriya serjêkirinê, mekrûh e (Kasanî, Bedai’, c: 6, rp: 320; Merxînanî, el-Hidaye, c: 4, rp: 358); eger jê hatibe îstifadekirin, divê biqasî qîmetê wê wekî sedeqeyê bê belavkirin. Lewra dema mirov heywanekê bi niyeta qurbanê bikire, her wekî ku bi her tiştê wê ew ji bo Xwedê hilbijartibe, ango diyar kiribe. Ji ber vê yekê gava mirov mûyê wê jê bike, ev tê wateya ku mirov parçeyek ji heywana ku bi armanca îbadetê hilbijartiye ji wê niyetê derxistiye û ji bo dunyayê bikar aniye. Hinekan, şîr jî xistine bin vî hukmî û wiha gotine: “Dema şîr hindik be û bêyî ku zirarê bide guhanê heywanê, eger bi şerandina avê were ziwakirin divê wisa bê ziwakirin. Gava ev tişt ne pêkan be, divê were dotin û wekî sedeqeyê bê belavkirin. Bi vî awayî dê temamê parçeyê qurbana ku ji bo îbadetê kiriye, bi armanca îbadetê bikar bîne.”

Li gorî mezhebê Malikî dotina şîrê qurbanê û vexwarina wî şîrî mekrûh e.

Li gorî mezhebê Şafiî û Henbelî, vexwarina şîrê ku ji ber têjika heywanê maye, caiz e. Delîla wan jî vê hedîsa ku di Beyheqî de dibore:

Ji Muxîreyê ku Hezf el-‘Ebsî wiha hatiye ragihandin: Em li Rahbeyê bi Hz. ‘Elî re bûn. Ji nişka ve mirovekî ji Hemedanê digel çêlekeke bi golik derket û pirsî: “Min ev çêlek, da ku bikim qurban kirîbû, çêlek za. (Ka ez çi bikim?)” ‘Elî wiha bersiv da: “Ji şîrê wê venexwe, lê belê şîrê ku ji ber golikê ma, tu dikarî vexwî. Piştre di cejna Qurbanê de tu dikarî çêlek û golika wê ji bo heft kesan bikî qurban.” (Beyheqî, c: 9, rp: 288)

Bi baweriya me jî mirov dikare ji şîr û mûyê qurbanê îstifade bike. Lewra di ayeta di der barê qurbanê de wiha hatiye fermankirin:

Me heywanên gir ji we re kirine nişanên bendetiya Xwedê. Di wan de ji bo we xêr û bêr heye. Nexwe dema rêz bi rêz rawestiyan (ji bo şerjêkirinê), navê Xwedê li ser wan bibêjin. Gava ku bi ser kêleka xwe ve ketin (şerjêkirina wan hat cî), êdî jê bixwin û bi yên xwedî ihtiyac û yên ne xwedî ihtiyac jî bidin xwarin. Her wisa Me ew ji we re berdest kirine da ku hûn peywira xwe bînin cî.” (Hecc, 22/36)

Îfadeya “di wan de ji bo we xêr û bêr heye” (لَكُمْ فِيهَا خَيْرٌ), dide nîşandan ku mirov beriya serjêkirina qurbanan dikare ji wan îstifade bike. Ev jî jixwe bi vexwarina ji şîrê wan û wekî din pêk tê. Li aliyê din riwayeta li jor borî, ne ji Pêxemberê me aleyhisselam, ji Hz. ‘Elî hatiye neqilkirin. Di ayetê de bi awayekî zelal hatiye diyarkirin ku heywana dibe qurban, divê salên xwe temam kiribe. Lê belê di riwayetê de qala serjêkirina golika nû zaye hatiye kirin. Ev yek jî dibe sedemê du diliyekê di der barê riwayetê de.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma kesê rêwî jî divê qurbanê serjê bike? 10.07.19 62
2 Ma divê mirov çi bike ji çermê qurbanê? 08.08.19 41
3 Ma mirov dikare bi şev qurbana xwe serjê bike? 16.07.19 47
4 Ma mirov dikare ji yekî xeyrimuslim qurbanî/boraqê bikire? 23.08.17 683
5 Hukmê qurbana ‘eqîqeyê çi ye?  Ma serjêkirina wê ferz e yan na? 17.07.19 48
6 Ma divê ku ji sê parên qurbanê du par werin belavkirin? 24.08.17 755
7 Ma mirov dikare goştê qurbanê bide kesên ateîst? 19.07.19 70
8 Kesê ku ji bo spasiyê boraqekê serjê bike ma dikare jê bixwe? 25.08.17 700
9 Dewar ji bo çend kesan dibe qurban? 22.07.19 72
10 Nuzûla Qur’anê bi zimanê ‘Erebî gelo dibe asteng ji bo cîhanîbûna wê? 02.10.17 682
11 Ma heywana terî/dûvjêkirî dibe qurban 23.07.19 48
12 Şirîkatiya di boraqê de divê çawa be? 30.07.18 299
13 Ma mirov dikare di cara yekem de dewarê bike qurban?   24.07.19 42
14 Ma serjêkirina qurbanê bi tenê ji bo kesên li heccê ne, ferz e? 31.07.18 349
15 Ma heywanên xesandî dibin qurban? 25.07.19 79
16 Ma selexane divê çi bikin ji saqatatên (serûpê û hinavên) boraqê? 01.08.18 368
17 Saziyên xêrê dikarin goştê qurbana ku ji wan re hatiye dayin, bifiroşin? 26.07.19 64
18 Ma hedîsa kesê boraqê serjê neke bila nêzî mizgefta me nebe, sehîh e? 02.08.18 293
19 Heywanên bi dermanan dirêjbûna qiloçên wan hatine astengkirin, dibin qurban? 29.07.19 43
20 Ma mirov dikare piştre yekî bike şirîkê boraqê? 03.08.18 296
21 Temenê heywana ku dibe qurban li gorî çi tê hesabkirin? 30.07.19 38
22 Hukmê gotina bîsmillah di dema serjêkirina boraqê de çi ye? 09.08.18 313
23 Heywana ku memikeke wê jêbûye dibe qurban? 01.08.19 38
24 Ma di serdema Hz. Pêxember de boraq bi rêya wekaletê dihat serjêkirin? 10.08.18 302
25 Ma hesp û xezal dibin qurban? 02.08.19 39
26 Ma mirov dikare li ser navê malbatê bi tenê qurbanekê serjê bike? 17.06.19 101
27 Ma heywana ku roja cejnê zaye û têjika wê bi hev re tên serjêkirin? 05.08.19 51
28 Ma mirov dikare qurbanê bexşî komel û weqfan bike? 18.06.19 106
29 Ma mirov dikare ji şîr û hiriya qurbanê îstifade bike? 06.08.19 33
30 Ma mirov dikare bi pereyê qrediyê qurbanê serjê bike? 08.07.19 72
31 Heywana ku diranên wê yên şîr neketine dibin qurban? 07.08.19 30