Ma ji Qur’anê diyar dibe ku nimêja înê, wextê nîvro tê kirin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Wextê Nimêjan Tarih: 28 Ağustos 2019

Pirs: Seydayekî li ser televîzyonê got ku: “Di Qur’anê de di der barê ku nimêja înê di wextê nîvro de tê kirin de, tu delîlek tuneye, ji lewre dibe ku wexta ‘esir jî be. Eger ne ji kirinên Pêxemberê me bûna, teqez me ev yek fêhm nedikir.” Hişê me tevlihev bû. Ma birastî jî wiha ye?

Bersiv: Li gorî ayeta 114an ji sûreyê Hûd û ayeta 78an ji sûreyê Îsra yên ku wextên nimêjên ferz diyar dikin, nimêja yekem ya nîvro ye, ya dawî jî nimêja spîdeyê ye. Di sûreyê Cumu’a ayeta 9an de wiha tê fermankirin: “Gava roja înê banga nimêjê hat dayîn, pêre bi bal zikrê Xwedê ve lez bikin…” Îfadeya dema roja înê ji bo nimêjeke ferz bang bê dayîn, lazimî xwe didêre ku wekî rojên din ev nimêj jî ango nmêja înê jî di wextê nîvro de be. Ji ber vê yekê bi Qur’anê sabit dibe ku wextê nimêja înê û nimêja nîvro heman wext in. Kirinên Resûlullah jî jixwe li gorî ayetan e.

Ji bo agahiyên di der barê têkiliya şev-rojê de em tewsiye dikin ku hûn serî li navnîşana jêr bidin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/islami-hesaba-gore-gece-mi-once-gelir-gunduz-mu.html

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş