Ma bêjeya fecr û feleqê di heman wateyê de ne?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Wextê Nimêjan Tarih: 29 Ağustos 2019

Pirs: Hûn dibêjin ku bêjeya “fecr”ê di wateya “qelişandin”ê de ye. Bêjeya “faliq” ya ku di sûreyê En‘am ayeta 96an de derbas dibe jî di mealên Qur’anê de bi awayê “qelişandin”ê hatiye wergerandin. Her wiha di ayeta 95an “Înnellahe faliqu’l-habbi we’n-newa” de ev bêje, bi awayê “qelişandin”ê tê wergerandin. Ji ber vê yekê tevliheviyek derdikeve holê. Bi kurtasî pirsa min ev e: Li gorî we wateya lêkera “feleqe” çi ye? Ma bi baweriya we, lêkera “fecere” û “feleqe” di heman wateyê de ne?   

Bersiv: Bêjeya fecrê (الْفجْر) wekî rader, di wateya; “qelişandin”, “herikandin” û “pijiqanidin”ê de ye. Wekî nav jî di vê wateyê de ye: “Sorahiya ku di wexta spîdeyê de ji rojê digihîje asoyê rojhilat.” Beriya xelasbûna şevê, ronahiya sor û spî ya ku li jorê asoyê tê dîtin, dibe komeke qels ji ronahiyê û hêdî hêdî dadikeve ser aso. Piştre reng ji hev tên veqetandin û aso derdikeve holê. Piştre fecr, ango tirêjên sor yên ku tên aso, li seranserê aso dibin kom û xeteke sor ji ronahiyê pêk tê. Li ser wê jî xeteke spî ji rohaniyê derdikeve meydanê. Di wê navberê bi sedema ku rûyê erdê hîn tarî ye, erd li aliyê aso wekî xeteke reş xuya dibe. Dema ev xet, bi awayekî zelal ji hev veqete, ronahî dibin du beş, fecra duyem ango fecra sadiq êdî destpê dike. Ronahiya ku heta wê demê heye, ronahiya berbanga sibehê ango ya fecra kazib e. Di wexta fecra kazib de qedexeyên rojiyê destpê nakin û her wiha nimêja sibehê jî di wê wextê de nayê kirin.  Ji ber ku ev ronahî mirov dixapîne, jê re “fecra kazib” ango fecra derewîn tê gotin

Îfadeya “faliqu’l-isbah (فَالِقُ الْإِصْبَاحِ)” di wateya “Xwedayê ku spîdeyê parçe dike” de ye. Lewra Xwedê Teala di berbanga sibehê de tîrejên sor û spî yên ku di nav tarîtiyê de ne, bi awayê xeteke sor û spî ji hev vediqetîne. Ji ber vê yekê bêjeya “fecr”, navê ronahiya sor a ku asoyê diqelêşe û seherê vediqetîne ye. “Faliq” jî ew zatê ku wê diqelêşe, ango Xwedê Teala ye.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş