Ma li gorî Qur’anê nimêj pênc wext in an sê wextin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Wextê Nimêjan Tarih: 02 Eylül 2019

Pirs: We di tarîxa 16 Sibat 2011an de di bersiva pirsa “Li gorî Qur’anê nimêjên ferz çend wext in û çend qamên” de wiha gotiye: “Mijara ku li gorî Qur’anê nimêj pênc wext in, ewqas zelal e ku tu kes di vê yekê de nakeve dudiliyekê.”  Lê belê Süleyman Ateş jî di tarîxa 7 Îlon 2011an li ser pirsa “Nimêj çend wext in?” de di malpera xwe de wiha bersiv daye: “Di Qur’anê de qala 3 wextan tê kirin. Nimêja nîvro û ‘esir bi Qur’anê ne sabit e.” Hûn herdu jî ji bo teyîdkirina nêrîna xwe ayeta 114an ji sûreyê Hûd wekî delîl pêşkêş dikin. Bi xatirê Xwedê, niha hûn xwe têxên şûna yekî ku we nas nake. Li aliyekî alimek dibêje ku min ji 20 salan zêdetir serokatiya karên fetwayan kiriye. Li aliyê din alimekî din dibêje ku min 40 salên xwe feda kiriye da ku ez Qur’anê fêhm bikim. Piştre herdu jî heman ayetê bi ‘Erebî dixwînin û ji hev cuda fêhm dikin.  Gelo ev pirsên han dê neyên hişê wî kesî: Ma ev alim 20 an jî 40 salan têgeha yekjimar pirjimar fêr nebûne? An jî bizanebûn van şaşiyan dikin? Eger têgihîştina zimanê ‘Erebî ewqas zor û zehmet be û du pispor ayetekê ewqas ji hev dûr fêhm bikin, wê gavê mirov bi gotin/nivîsên wan ên din dê çawa bawer bikin? Eger ev seyda jî vî zimanî nizanibin, wê gavê kî dizane? Bi vegotineke din, eger wateya ayetê gelekî zelal be, çawa wiha ciyawaz tê fêhmkirin? An na, eger hewcedarî bi şîroveyê hebe, wê gavê ev herdu alim, çawa dikarin ewqas vebirî bersiv bidin?

Bersiv: Wekî gelek ayetên din di sûreyê Hûd ayeta 114an de jî alimên berê pir şaşî kirine. Bi sedema ku bi gelemperî yên meal û tefsîran amade dikin, wê kevneşopiyê rexne nakin, şaşî dibin mayînde. Wergera ayetê wiha ye:

Di herdu aliyên rojê de û ji şevê jî di demên nêzî rojê de nimêj bike. Lewra qencî gunehan dibin. Ev, ji bo hişmendan bîranînek e.” (Hûd, 11/114)

Di serdema ku Qur’an nazil bûye de, ji wexta di navbera ku roj derdikeve heta ku biçe ava re “roj” dihate gotin. Lê belê aliman piştre têgeheke din çêkirine û ji dema berbanga sibehê heta ku roj derkeve re “nehara şer‘î” jî roj gotine. Piştî ku ev têgihîn derbasî tefsîrê bû, pergal hilweşiya û ayetên di der barê wexta nimêjan de bûn êdî nayên fêhmê.  Li aliyê din jixwe Qur’ana Pîroz bi zimanê civaka ‘Ereb hatiye hinartin. Ayeta têkildar wiha ye:

Me, her qasidek bes bi zimanê gelê wî şand, da ku ji wan re bi zelalî rave bike.” (Îbrahîm, 14/4)

Li gorî zimanê wî gelî roj (nehar), ji wexta ku roj derkeve heta ku biçe ava. Teref (طرف), di wateya “beşek ji beşên tiştekî” de ye. “Herdu aliyên rojê” di wateya du beşên rojê de ye. Ji lewre ev ayet emir dike ku di du beşên rojê de nimêj bê kirin. Li gorî ayeta 78an ji sûreyê Îsra beşa yekem ji rojê dema ku roj ji nîvê asîmanan bi bal rojava ve werdigere ango ji xeta meridyenê derbas dibe. Wextê nimêja nîvro wê gavê destpê dike. Di sûreyê Qaf ayeta 39an de jî hatiye diyarkirin ku beşa duyem ji rojê beriya ku roj biçe ava. Bi awayî diyar dibe fermana nimêjên ku di du beşên rojê de tên kirin nimêja nîvro û ‘esr e.

Wekî din di ayetê de bêjeya zulef (زلف) ya ku pirjimara zulfeyê (زلفة) ye û di wayeta “nêzîkî”yê de derbas dibe. Pirjimar jî herî kêm sê tiştan diyar dikin. Terkîba “زُلَفًا مِّنَ اللَّيْل = zulfeyên şevê”, herî kêm ji şevê sê demên ku nêzî rojê ne.

Heman ayet, ji aliyê Süleyman Ateş ve wiha hatiye wergerandin:

Di herdu aliyên rojê de (sibeh û êvarê) û di demên nêzî şevê de nimêj bike…”

Eger mebesta mamosta ji gotina “rojê”, ji wexta ku roj derdikeve heta biçe ava be, wê gavê nimêja sibeh û êvarê, nabin beşeke ji rojê.

Eger bibêje ku “roj, ji dema berbanga sibehê heta ku roj biçe ava” ye, wê gavê nimêja sibehê dibe beşek ji rojê; lê belê nimêja mexribê nabe. Di herdu rewşan de jî wextê nimêja sibeh û mexribê nabin du aliyên rojê.

Îfadeya “di demên nêzî şevê de” ya ku di meala Ateş de derbas dibe, divê bi awayê “ji rojê demên nêzî şevê” were fêhmkirin. Lewra li gorî ayeta 187an ji sûreyê Beqere êvar, dema ku roj biçe ava destpê dike. Bêjeya zulef (زلف) ya ku bi awayê “demên nêz” hatiye wergerandin, pirjimara zulfeyê (زلفة) ye û herî kêm sê wextan îfade dike. Mamoste îfadeya طَرَفَي ya ku tesniye ye bi awayê “du wextan” mane kiriye; lê belê bêjeya zulef (زلف) bi awayê pirjimarî ango “sê wextan” mane nekiriye. Birastî ev nakokiyeke. Divê birêz Ateş, diyar bike ku îfadeya “di demên nêzî şevê de” kîjan sê wext in.

Gotina nêzîk ya ku di ayetê de derbas dibe, nêzîkatiya bi bal rojê ve ye; ne ku bi bal êvarê ve. Nimêja mexribê, piştî roj diçe ava heta ku sorahiya li asoyê  rojava wenda bibe tê kirin. Piştî wê, nimêja eşayê ew jî heta ku sibûna li asoyê rojava biçe û hawirdor bi temamî bibe tarî tê kriin. Gava hawirdor bi tevahî bû tarî, ev herdu beşên ku ji şevê nêzî rojê ne xelas dibin.

Bi destpêka sipîbûna ku li asoyê rojhilat, diyar dibe ku hatine rojê nêz bûye. Ev jî wextê sêyem ji wextê ku nêzî rojê ye. Di encamê de bi awayekî teqez bi vê ayetê diyar dibe ku di roj û şevê de pênc wext nimêj hene. Du wext di rojê de û sê wext jî di şevê de ne.

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê wextê nimêjan hûn dikarin serî li navnîşana jêr bidin:

www.suleymaniyevakfi.org/kuran-arastirmalari/kuranda-namaz-vakitleri.html

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş