Di dema kirina nimêjê de eger wext derkeve, nimêj betal dibe?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Wextê Nimêjan Tarih: 03 Eylül 2019

Pirs: Di dema kirina nimêjê de eger wext derkeve, nimêj betal dibe?

Bersiv: Na, nimêj betal nabe. Eger ji nimêjê qamek hatibe kirin, divê ew nimêj bê temamkirin.

Lewra li gorî ku ji Ebû Hureyre hatiye ragihandin Resûlullah aleyhisselam wiha fermman kiriye:

“Kesê ji nimêja sibehê beriya ku roj derkeve bigihê qamekê,  ew gihaştiye nimêja sibehê. Kesê ji nimêja ‘esrê beriya ku roj biçe ava bigihê qamekê, ew gihaştiye nimêja ‘esrê.” (Buxarî, Mewaqit, 28; Muslim, Mesacid, 163)

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş