Ma mirov dikare nimêja sibehê beriya wextê îmsakê bike?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Wextê Nimêjan Tarih: 04 Eylül 2019

Pirs: Ma mirov dikare nimêja sibehê beriya wextê îmsakê bike?

Bersiv: Ji bo kirina nimêjê wext şert e. Bi vegotineke din nimêja ku tê kirin divê wextê wê hatibe. Ji lewre nimêj, beriya hatina wext yan jî piştî derbasbûna wext nayê kirin. Lewra Xwedê Teala wiha ferman dike:

“Nimêj li ser bawermendan ferzeke xwedan wext e.” (Nîsa, 4/103)

Wextê nimêja sibehê, piştî derketina fecra duyem/fecra sadiq ango bi hatina dema îmsakê re destpê dike. Ji ber vê yekê beriya hatina wê demê kirina nimêja sibehê ne pêkan e.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş