Fetwayen Kurdi
Ma pîreka li derve ser vekirî be, limêja wê qebûl dibe?

Ma pîreka li derve ser vekirî be, limêja wê qebûl dibe?

Pirs: Ez limêj dikim lê belê di dervayî limêjê de serê min vekirî ye. Gelo limêjên ku ez dikim meqbûl in? Di heman wextê de ez bi desmêj û ser vekirî digerim, gelo desmêja min dişikê yan na?

Bersiv: Limêjkirin jî û sergirtin jî emr û fermana Xwedê Teala ye. Çawa ku bi lêmêjkirinê hûn fermaneke Xwedê Teala bi cî tînin, divê ku hûn bi sergitina xwe jî emr û fermana Xwedê Teala bi cî bînin.

Dema hûn fermanekê bi cih tînin û yeke din nayinin cih, ew zirarê nade ya ku hûn dikin. Eger hûn limêj bikin, we fermaneke Xwedê Teala bi cih aniye û servekirina we, nabe asteng ji bo qebûlkirina limêja we û her wiha nabe sedem ji bo şikandina desmêja we jî.