Ma di dînê me de, munasebeta bi pîrekê re ji paş ve teqez hatiye heramkirin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Jiyana Cinsî Tarih: 06 Şubat 2014

Pirs: Ma têkiliya cinsî ji paşde di nava mêr û jinê de heram e yan na?

Bersiv: Jiyana cinsî ya di navbera mêr û jinê de bi hin sînoran hatiye sînorkirin. Yek ji encama bingehîn ji bo jiyana cinsî ya ku Qur’ana Pîroz îfade kiriye, domandina nesil û zuriyeta însên e. Û awayê munasebata cinsî jî bi şert û mercê ku cihê jê zarok çêdibin ji jinan, hatiye serbestkirin û rêyên din hatine qedexekirin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ji te, pirsa heyzê (edetê) pîrekan dikin. Bibêje: Ew ezyet e. Di rojên heyzê de xwe ji wan dûr bigirin. Heta ku ew jê paqij nebin nêzîkî wan mebin. Dema tam jê paqij bûn, êdî ji cihê ku Xwedê li we ferman kiriye herin cem wan. Bêguman Xwedê ji tobekaran hez dike û ji yên pak û paqij jî hez dike.

Jinên we ji bo we zevî ne, vêca we çawa xwest wisa herin zeviyê xwe û ji bo pêşeroja xwe amadekariyê bikin. Ji Xweda bitirsin û bizanin ku hûn ê teqez herin hizûra Wî. Mizgîniyê bide bawermendan.[1]

Têgeha “zevî” ya ku di ayetê de derbas dibe, di mena cihê ku hilberî û zad jê tê hilgirtin e. Lê belê munasebata cinsî ya ji paş de ji ber ku tu encamê nade, hatiye qedexekirin. Li gorî van ayetan têkiliya cinsî ya bi jinan re encax di rêya ku Xwedê Teala beyan kiriye ango di rêya normal de ye.

Dema ku em li hedîsên di derbarê vê mijarê de hatine gotin, dinihêrin, em dibînin ku Pêxember (s.a.w) munasebeta bi vî awayî qedexe kiriye, heram dêraye.

Çend hedîsên bi vê mijarê re têkildar in wiha ne:

Kesê ku bi jina xwe re ji paş ve têkeve munasebeta cinsî, ew ji rehmeta Xwedê, dûr dikeve.”[2]

Ji paş ve bi jinên xwe re nekevin munasebeta cinsî, Xwedê ji gotina rastiyê, şerm nake.”[3]

Xwedê, ew jin û mêrê ku ji paş ve nêzî hevdu dibin, bi nezera rehmê li wan nanihêre.[4]

Munasebeta cinsî ya mêran bi jinan re ji paş ve, Lûtîtiya biçûk e.”[5]

Ne layiq e ku mirovekî misilman rabe dev ji emrê Xwedê Teala berde û bi rêya qedexekirî nêzîkatiyê li jina xwe bike. Ev helwesta, tu carî bi însanekî misilman nakeve. Şayed şaşîtiyek ji yekî peyda bû jî divê tobe bike û carek din dubare neke.



[1] Beqere, 2/222-223.

[2] Ebû Dawûd, Nîkah, 45, Ehmed kurê Henbel, Musned, 2/444.

[3] Tirmizî, Reda‘, 12.

[4] Tirmizî, Rada‘, 12; Îbn Mace, Nîkah, 29.

[5] Ehmed kurê Henbel, Musned, 2/182.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Di têkiliya oral de eger avik ji mêr neyê, ma lazim e ku xusla xwe rake? 06.02.14 1.018
2 Mêr û jin, ma dikarin ewretê hev bibînin? 06.02.14 1.125
3 Ma di dînê me de, munasebeta bi pîrekê re ji paş ve teqez hatiye heramkirin? 06.02.14 1.026
4 Hukmê girêdana lûleyên malzarokê çi ye? 06.02.14 1.057
5 Da ku zarok çênebin, ma bikaranîna sîstema “vazektomi”yê caiz e? 06.02.14 1.134
6 Hukmê “kurtaj” ango jiberxwekirina zarokê çi ye? 06.02.14 1.167
7 Gelo caiz e ku meriv bi rêya “Tüp bebek” bibe xwedî zarok? 06.02.14 1.159
8 Gelo durist e ku pîrekeke biyanî, zaroka meriv di malzaroka xwe de hilgire? 06.02.14 1.133
9 Di demên hebilbûna pîrekê de ma munasebeta cinsî qedexe ye? 06.02.14 1.072
10 Beriya têkiliya cinsî, ma xwendina duayekî ku hatibe tewsiyekirin heye? 06.02.14 1.125
11 Ma di rojên cejnê de munasebeta cinsî heram e? 06.02.14 1.147
12 Hukmê masturbasyonê çi ye? 06.02.14 1.123
13 Di şevên qendîlê de ma caiz e ku mirov biçe nivîna pîreka xwe? 06.02.14 1.097
14 Gelo masturbasyon heram e yan mekrûh e? 06.02.14 1.043
15 Cezayê munasebeta cinsî di rojên qedexekirî de çi ye? 06.02.14 1.066
16 Di masturbasyon de gelo di navbera ezab û yên zewicandî de tu ferq heye? 06.02.14 1.097
17 Pîreka ku zaroka wê ji ber çûye, kengî dikare bi mêrê xwe re razê? 06.02.14 1.048
18 Eger masturbasyon mekrûh be, ma çima piştî kirina wê ez ewqas nerihet dibim? 06.02.14 1.049
19 Gelo heram e ku meriv behsa jiyana xwe ya cinsî bike? 06.02.14 1.027
20 Ma guneh e ku mirov livên jina xwe ramûse? 06.02.14 1.041
21 Zilam, dema şîrê pîreka xwe vexwe ma eqrebatî di navbera wan de çêdibe? 06.02.14 1.058
22 Hukmê nêzîkatiye bi bal pîrekê ve bi rêya “oral” ji dev çi ye? 06.02.14 1.165
23 Pîreka ku xwînmeha wê diqede, bê ku serê xwe bişû dikare bi zilamê re rakeve? 06.02.14 1.101