Ma bi xwendina ezanê sibehê re mirov dikare nimêj bike?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Wextê Nimêjan Tarih: 05 Eylül 2019

Pirs: Tê gotin ku divê nimêja sibehê piştî xwendina ezanê herî kêm bi 15 deqîqeyan bê kirin. Ma ev yek rast e?

Bersiv: Wextê îmsakê ya ku di salnameyên li welatê me de, beriya hatina wextê wê ya rastîn tê nîşandan. Li aliyê din wextê îmsakê li gorî demsal û herêman jî ji hev ferq dike.

Ji bo rojiyê Xwedê Teala ferman dike ku em bixwin û vexwin heta ku li aliyê fecr tê de derdikeve xeta spî ji ya reş bi temamî diyar bibe. (Beqere, 2/187). Sibehê, dema ku ronahî li seranserê asoyê rojhilat dirêj dibe, wê gavê dema îmsakê dest pê dike. Ji bo kesê ku di wê gavê de li asoyê rojhilat binêre, zemîna ku di navbera wî û aso de ye wekî xeteke reş dixuye. Bi sedema ku asîman êdî ronî bûye, xeta aso bi awayekî zelal tê dîtin. Kesê rojî digre jî divê piştî vê demê xwarin û vexwarinê biterikîne. Ev wext, destpêka wexta kirina nimêja sibehê ye jî. Di salnameyên di roja me de ronahiyeke bi vî rengî di wexta îmsakê de pêk nayê. Ji lewre nimêja sibehê, beriya vê wextê nayê kirin.

Hûn dikarin wextê îmsak û nimêjan ji malpera http://imsakiye.suleymaniyetakvimi.com/ hîn bibin û teqwîma ji bo mehekê ji heman malperê daxin. Her wiha hûn dikarin ji Google Play û Apple Store jî heman salnameyê daxin.

JÊDER: Yahya Şenol, Ramazan ve Oruç, Çapa 3, Süleymaniye Vakfı Yayınları, Stenbol, 2017, rp: 111.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş