Nimêja eşayê heta kengî tê kirin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Wextê Nimêjan Tarih: 06 Eylül 2019

Pirs: Ez dixwazim di der barê wextê nimêjan de pirsekê bikim: Ma nimêja eşa, piştî ku her der bû reşetarî yan jî hîn beriya ku hawirdor bibe reşetarî divê bê kirin? Ma nimêja eşayê, piştî nimêja mexribê bê navber tê kirin? Min bihîst ku we di derseke xwe wiha digot: “Wextê nimêja eşayê heta ku hawirdor bibe reşetarî dewam dike.” Da ku dilê min rihet bibe, min xwest ku ez careke din bipirsim.

Bersiv: Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ji zewala rojê (dema ku berê xwe dide bi bal rojava ve) heta dema tarîbûna şevê nimêj bike û dema roniya sor (ji berbangê) kom dibe jî nimêj bike. Bê guman kombûna roniya sor bi çavan tê dîtin.” (Îsra, 17/78)

Wextê nimêja eşayê, bi tarîbûna şevê re xelas dibe. Ji lewre, divê nimêja eşayê hîn beriya ku hawirdor bi temamî bibe reşetarî bê kirin.

Lê belê di demên hewcedar de mirov dikare nimêja mexrib û eşayê cem’ bike ango di heman wextê bi hev re bike. Hûn dikarin agahiyên berfireh di der barê vê yekê de ji navnîşana jêr bidest bixin:

www.suleymaniyevakfi.org/fikih-arastirmalari/namazlarin-birlestirilmesi.html

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş