Ma nimêja eşayê heta kengî tê kirin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Wextê Nimêjan Tarih: 10 Eylül 2019

Pirs: Ma mirov nimêja eşayê heta kîjan saetê dikare bike?

Bersiv: Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ji zewala rojê (dema ku berê xwe dide bi bal rojava ve) heta dema tarîbûna şevê nimêj bike û dema roniya sor (ji berbangê) kom dibe jî nimêj bike. Bê guman kombûna roniya sor bi çavan tê dîtin.” (Îsra, 17/78)

Ji dema ku li asoyê rojhilat û rojava tu nîşan ji ronahiya rojê namîne re, nîvê şevê (غسق الليل = xesequ’l-leyl) tê gotin. Wexta herî tarî ji şevê ew dem e. Ev wext, di ayetê de wexta herî dawî ji bo kirina nimêja eşayê hatiye diyarkirin. Ji ber vê yekê, divê nimêja eşayê hîn beriya ku tarîtî bi temamî dakeve ser rûyê erdê bê kirin.

Di der barê vê yekê de hûn dikarin serî li navnîşana jêr jî bidin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/yatsiyla-ilgili-safak-ve-gecenin-ucte-biri-kavramlarini-aciklar-misiniz.html

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş