Ma hûn dikarin li gorî Qur’anê wextê nimêja sibehê bibêjin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Wextê Nimêjan Tarih: 11 Eylül 2019

Pirs: Mamosteyê me dibêje wextê nimêja sibehê di dema ku ronahî zêde dibe destpê dike û bi derketina rojê xilas dibe. Eger em vê yekê li ser roja qiyas bikin: Wextê nimêja sibehê di derdora saet 6:25an de destpê dike û di saet 7: 15an de xilas dibe. Gelo pêkan e ku wextê nimêja sibehê ewqas kin be? Ez lava dikim ku hûn vê mijarê bi tenê bi mînakên ji Qur’anê rave bikin.

Bersiv: Wextê nimêja sibehê, ji gava tîrêjên ku ji rojê derdikevin li asoyê rojhilat kom bibin ango dema erd û asîman bi awayekî zelal ji hev bên veqetandin destpê dike û heta ku roj derkeve dewam dike. Lewra Xwedê Teala wiha ferman dike:  

أَقِمِ الصَّلاَةَ لِدُلُوكِ الشَّمْسِ إِلَى غَسَقِ اللَّيْلِ وَقُرْآنَ الْفَجْرِ إِنَّ قُرْآنَ الْفَجْرِ كَانَ مَشْهُودًا
Ji zewala rojê (dema ku berê xwe dide bi bal rojava ve) heta dema tarîbûna şevê nimêj bike û dema roniya sor (ji berbangê) kom dibe jî nimêj bike. Bê guman kombûna roniya sor bi çavan tê dîtin.” (Îsra, 17/78)

Bêjeya قرآن (qur’an) ya ku di îfadeya قُرْآنَ الْفَجْرِ de derbas di zimanê ‘Erebî di wateya komkirin û berhevbûnê de ye. Bi sedema ku mirov bi hev re li cihekî niştecih dibin ji bo “gund” bêjeya  القَرْية/qerye ya ku ji heman kokê ye tê bikaranîn. (Bnr: Mu’cemu Meqayîsi’l-Luxa). Gotina “قَرَأتُ الشيء قرآنا ” di vê wateyê de ye:  “Min tiştek kom kir û min yek bi ya din ve kir.” Gotina “قرأت الكتاب قراءة وقرآنا=min pirtûk xwend” jî di heman wateyê de ye. Lewra xwendin, bi komkirina bêjeyan û îlawekiirna yekê bi ya din derdikeve holê. Ji ber ku temamê ayetên ku Xwedê Teala hinartiye tê de ne navê kitêba xwe ya herî dawîn Qur’an daniye.

Bêjeya fecr الْفَجْرِ ya ku di ayetê de derbas dibe wextê sorahiya ku di dema spîdeyê de ji rojê digihîje asoyê rojhilat, diyar dike.

Bêjeya meşhûd= مشهود, ya ku ismi mef’ûl e ji koka şehadetê hatiye çêkirin. Şehadet/şahidî jî ku mirov tiştekî bi çavê serê xwe bibîne û têbigihîje. Bi sedema ronahiya ku asoyê rojhilat ronî dike bi çavan tê dîtin wiha hatiye wesifandin.

Bi kurtasî nimêja sibehê di vê wextê ku li jor hat diyarkirin, tê kirin. Di ayeteke din de ev wext, bi awayê “beriya hilatina rojê = قَبْلَ طُلُوعِ الشَّمْسِ” (Taha 20/130) hatiye wesifandin. Herî dawî dirêjî yan jî kinbûna wextê kirina nimêja sibehê ne girîng e.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş