Ma nimêja sibehê, nimêja şevê ye yan ya rojê ye?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Wextê Nimêjan Tarih: 12 Eylül 2019

Pirs: Ma nimêja sibehê, nimêja şevê ye yan ya rojê ye?  Hûn dikarin vê yekê li gorî Qur’anê rave bikin?

Bersiv: Di ayeta ku bi îfadeya “Nimêj bike = أَقِمِ الصَّلاَةَ ” destpê dike de, Xwedê Teala ferman dike ku em du wextan bi roj, sê wextan bi şev jî nimêj bikin: Ayet wiha ye:

وَأَقِمِ الصَّلاَةَ طَرَفَيِ النَّهَارِ وَزُلَفًا مِّنَ اللَّيْلِ إِنَّ الْحَسَنَاتِ يُذْهِبْنَ السَّـيِّئَاتِ ذَلِكَ ذِكْرَى لِلذَّاكِرِين

Di herdu aliyên rojê de û ji şevê jî di demên nêzî rojê de nimêj bike. Lewra qencî gunehan dibin. Ev, ji bo hişmendan bîranînek e.” (Hûd, 11/114)

Di ‘Erebî de teref (طرف), di wateya sînor, alî û beşek ji beşên tiştekî de ye. Ev ayet, emir dike ku divê di herdu aliyên rojê de ango di du beşên di rojê de nimêj bê kirin.

NIMÊJA NÎVRO Û ‘ESR

Herdu aliyê rojê, wextê nîvro û ‘esr e. Nimêja nîvro, piştî ku roj ji nava asîman bi bal rojava ve meyl kir, destpê dike. Xwedê Teala wiha ferman dike:

أَقِمِ الصَّلاَةَ لِدُلُوكِ الشَّمْسِ

Di wexta dulûka rojê de wê nimêjê bike.” (Îsra, 17/78)

Dulûka rojê, ji wexta ku roj bi aliyê rojava ve meyl dike re tê gotin. Pêxember aleyhisselam jî her gav nimêja xwe ya nîvro piştî meyla rojê ji nava asîmanan bi bal rojhilat ve dikir.

Roj, ji wexta ku hiltê heta bê nava asîmanan li aliyê mirov ê rojhilat dikeve; sî jî dikeve aliyê rojava. Gava roj tê nava asîmanan qama siyê dadikeve radeya herî kêm. Piştre roj bi aliyê rojava ve, sî jî bi aliyê rojhilat ve hereket dike. Wextê kirina nimêja nîvro hingê destpê dike. Fermana duyem bi kirina îbadeta di vê wextê de wiha ye:

فَسُبْحَانَ اللَّهِ …. حِينَ تُظْهِرُون

“…dema hûn gihaştin nîvro ji Xwedê re îbadet bikin.” (Rûm 30/ 17-18)

Nimêja duyem ya di rojê de, nimêja ‘esr e. “Cebraîl, li Ka’beyê du caran li pêşiya Pêxemberê me nimêj kiriye. Di cara yekem de gava siya her tiştî biqasî qama xwe bûye, di ya duyem de jî gava siya tiştî biqasî du qatê qama xwe bûye, nimêja ‘esrê kiriye.”

Piştî ku roj ji nava asîmanan bi aliyê rojava ve hereket dike, germî û ronahiya wê herçiqas ku diçe qels dibe û di dawî de roj diçe ava. Gava ku roj diçe ava, êdî êvar destpê dike. Ji lewra divê nimêja ‘esrê, hîn beriya ku roj biçe ava, bê kirin. Em vê yekê ji ayeta 39an ji sûreyê Qaf jî fêhm dikin:

Mirov dikare bibêje ayeta 17-18na ji sûreyê Rûm jî wextê nimêja ‘esrê destnîşan dikin. Lewra bêjeya “عَشِيًّا”, wexta ku roj ji kezeba asîmanan bi aliyê rojava ve hereket dike, îfade dike. Ev wext, heta sibehê dewam dike. Lewra piştî nîvro êdî tîrêjên rojê qels dibin.

NIMÊJÊN KU BI ŞEV TÊN KIRIN

Dema ku roj diçe ava, êdî êvar/şev destpê dike. Em vê yekê ji ayeta di derbarê kesên rojî digre “piştre rojiyê heta êvarê temam bikin/bigrin.”  (Beqere, 2/187) fêhm dikin. Dema roj hiltê, êdî şev xilas dibe.

Di sûreyê Hûd ayeta 114an de bêjeya zulef (زلف) derbas dibe. Ev kelîme, pirjimara zulfe (زلفة)yê ye û di wayeta “nêzîkî”yê de. Pirjimar jî herî kêm sê tiştan diyar dikin. Terkîba “زُلَفًا مِّنَ اللَّيْل = zulfeyên şevê”, herî kêm ji şevê sê demên ku nêzî rojê destnîşan dike.

Di wextê mexribê de, hem taritiya êvarê hem jî ronahiya ku ji rojê maye, heye. Êvar, bi bal du qisman ve tê dabeşkirin. Ya yekem piştî ku roj diçe ava û heta ku sorahaiya li asoyê rojava winda bibe, dewam dike. Nimêja mexribê di vê demê de tê kirin.

Nimêja eşayê jî piştî ku sorahiya li asoyê rojava winda bibe û hawirdor bi temamî bibe tarîti, tê kirin. Piştî vê wextê êdî nimêja eşayê nayê kirin.  Bi vegotineke din, di (غسق الليل = xesequ’l-leyl) de, asoyê rojava bi temamî tarî dibe û ev rewş, heta berbanga sibehê dewam dike. Di vê wextê de nimêja witir tê kirin. Herçiqas hin kes dibêjin ku di vê wextê de jî nimêja eşayê tê kirin, lê belê bi baweriya me, ev yek ne rast e.

Wextê sêyem jî, wextê nimêja sibehê ye. Di encamê de diyar dibe ku bêjaya “zulef”ê ji şevê sê wextên ku nimêj di wan de tên kirin destnîşan dike.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş