Ma êvara înê, şeva beriya roja înê ye?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Wextê Nimêjan Tarih: 13 Eylül 2019

Pirs: “Êvara înê” kengî ye? Hedîsên Pêxemberê aleyhisselam yên di der barê ku “ji şeva îna sûd wergirin” hene. Li gorî vê, ma êvara înê, şeva beriya roja înê ye yan jî şeva beriya roja şemê ye?

Bersiv: Li gorî ayetên Qur’an û hedîsên ji Pêxemberê me hatine neqilkirin, roja înê ji dema ku roj biçe ava heta roj hile, êvara înê ye. Lewra Xwedê Teala wiha ferman dike:

“Roj xwe nagihîne heyvê; şev jî nikare bide pêşiya rojê. Her yek ji wan di rêgehekê de melevanî dikin.”

Bi sedema ku şev nikare bide pêşiya rojê, di serî de roj piştre jî şev tê. Ji ber vê yekê, nimêja pêşî ya di rojê de nimêja nîvro ye. Jixwe ayeta 78an ji sûreyê Îsra û ayeta 114an ji sûreyê Hûd vê yekê destnîşan didin. Li aliyê din, Cebraîl aleyhisselam du caran li Ka’beyê li pêşiya Pêxemberê me nimêj kiriye, di her carê de jî ewil nimêja nîvro kiriye. Her wiha Pêxemberê me jî gava wextê nimêjan danasandiye wiha kiriye.

Digel ku -li gorî ayet û hedîsan- rewş ewqas zelal e jî Misilman îro bi tenê di rojên heccê vê yekê qebûl. Ango ku roj li pêş e, şev jî piştî wê tê. Di rojên din de royê, bi û bi avabûna rojê didin xilaskirin. Wekî ku tê zanîn îşareta destpêkirin û xilasbûna mehên qemerî, heyva ku piştî roj diçe ava tê dîtin e. Ji lewre ew vê yekê dibêjin.

Ji ber vê yekê ye ku di meha Remezanê de hîn beriya ku mirov rojiyê bigrin nimêja terawîhan dikin, di roja dawî ya mehê de jî nakin. Lê belê ev, ne kirina Pêxemberê me û sehabiyan e.

Eger meha Remezanê, bi dema ku roj di roja dawî ya mehê de diçe ava xilas bibûna, wê gavê nimêja cejnê dê wê rojê di wextê nimêja mexribê de bihata kirin, sedeqeya fitreyê de piştî wê demê bibûna ferz. Lê belê wekî ku tê zanîn nimêja cejnê, piştî roj hiltê û wextê kerahetê derbas bibe, tê kirin. Fitre jî piştî ku roj hilat tê dayîn.

Li gorî ku Îkrime ji Îbn ‘Ebbas neqil kiriye, Resûlullah aleyhisselam wiha gotiye: “… Kesê ku sedeqeya fitra xwe berî nimêja cejnê bide, ew zekatek meqbûl û pejirandî ye. Ê ku piştî nimêjê bide, ew dibe sedeqeyek ji sedeqeyan.” (Ebû Dawûd, Zekat, 18)

Dîtina heyvê, herqiças ji bo mehê nîşan be jî, ew nayê wateya ku meha nû ji wê gavê dest pê kiriye. Bi kurtasî têgihîştina ku bûye kevneşopî, ne rast e. Li berevajî vê, êvara înê; di roja înê de dema ku roj diçe ava dest pê dike û heta ku roj derkeve dewam dike.

Hûn dikarin serî li navnîşana jêr jî bidin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=4247

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş