Ma li axretê kesên ku bêpirsyarî û dayina hesab dikevin bihuştê dê hebin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Jiyana Piştî Mirinê Tarih: 17 Eylül 2019

Pirs: Ma li axretê kesên ku bêpirsyarî û dayina hesab dikevin bihuştê dê hebin? Gelo di der barê vê yekê de tu ayet hene?

Bersiv: Di roja axretê dê temamê mirovan dê li hafa Xwedê Teala hesabê kirinên xwe bidin. Ango tu kesê ku hesab nede tuneye. Hin ayet vê rastiyê wiha destnîşan didin:

Teqez, Em ê ji wan ên ku qasid ji wan re hatine şandin bipirsin. Teqez Em ê ji qasidan jî bipirsin.” (E‘raf, 7/6)

Bê guman ev Quran, ji bo te û qewmê te şîret û bîranîn e. Di nêz de hûn ê jê bêne pirsyarkirin.” (Zuxruf, 43/44)

Eger Xwedê tercîh bikira dê hûn bikirina yek civak (umet û ehlê yek dînî). Lê belê kî ku delaletê tercîh bike, Ew wî jirêketî qebûl dike. Kî jî hîdayetê tercîh bike, Ew wî rasterê qebûl dike. Bi rastî jî hûn ê ji ya ku we dikir bêne pirsiyarkirin.” (Nehl, 16/93)

 “Wê rojê hûn ê ji nîmet û xweşiyên ku ji we re hatine dayîn, bêne pirsyarkirin!” (Tekasur, 102/8)

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş