Rewşa kesê di dema mirinê de kelîma şehadetê neanîbe dê çawa be?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Jiyana Piştî Mirinê Tarih: 18 Eylül 2019

Pirs: Ma kesê di dema mirinê de kelîma şehadetê neanîbe, li ser îmanê jiyana xwe ji dest daye?

Bersiv: Ne şert e ku mirov beriya mirinê kelîma şehadetê bîne. Ya girîng ku mirov nefesa xwe ya dawî li ser îmanê bide.

Eger mirov di temamê jiyana xwe de li gorî xwestina Heq Teala heyata xwe derbas bike, herçiqas beriya mirinê kelîma şehadetê neanîbe jî bi izna Xwedê Teala dê ew kes li ser îmanê rûhê xwe teslîm bike.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş