Ma ji bo çûna bihuştê kesên dewlemend gavekê li pêş in?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Jiyana Piştî Mirinê Tarih: 20 Eylül 2019

Pirs: Ma ji bo çûna bihuştê kesên dewlemend gavekê li pêş in? Ango ma kesên dewlemend dikarin bi pereyên xwe bihuştê bikirin?

Bersiv: Bihuşt, ne bi pereyan; bi bawerî û karên baş tê kirîn. Pere, çawa derfeta kirina karên baş ji mirov re diafirîne, her wiha deriyê gelek gunehên ku berê pêrgî wan nedihat jî vedike. Ji ber vê yekê ji bo ketina bihuştê tu serdestiya kesên dewlemend li ser yên xizan tuneye.

Wekî xizaniyê dewlemendî jî îmtihan e. Xwedê Teala hin caran bi dayina pere, meqam û derfetan bendeyê xwe diceribîne, hin caran jî bi stendina van tiştan….  Jixwe Xwedê Teala diyar kiriye ku biqasî misqalekî jî neheqiyê nake.

Çend ayetên di der barê vê yekê de wiha ne:

“… Wê rojê dê qezenca her kesî bi temamî bê dayîn û dê neheqî li tu kesî neyê kirin.” (Ali Îmran, 3/25)

Bêguman Xwedê bi qasî giraniya zereyekê jî neheqiyê nake; eger ew qencî be, Xwedê qat bi qat wê zêde dike û ji nik xwe xelateke mezin didê.” (Nîsa, 4/40)

“(Ceza û xelata Xwedê) Ne bi xweziyên we û ne jî bi xweziyên yên ehlîkitêb ve ye. Kî nebaşiyekê bike dê cezayê wê bibîne û dê ji bo xwe dost û arîkarekî ku bikeve navbera wî û Xwedê jî nebîne.

Çi mêr be çi jin, kî karekî qenc bike û ew bawermend be, vêca ha ew dê here bihuştê. Bi qasî derzika sîsikê jî dê neheqî lê nebe.” (Nîsa, 4/123-124)

“Bêguman Xweda, di berdêla bihuştê de ji bawermendan mal û canê wan kiriye. Ew di rêka Xweda de şer dikin, dikujin û têne kuştin. Ev peymaneke rastîn e ku Xweda di Tewrat, Încîl û Qur’anê de daye. Ma ji Xweda pê ve kî heye ku bêhtir peymana xwe bi cih bîne? Nexwe ji bo vê danûstandina ku we bi Xweda re kiriye, kêfxweş bibin. Ev, serfirazî û rizgariyeke mezin e.” (Tewbe, 9/111)

Bu kurtasî ne girîng e ku mirov xwediyê çi ye. Ya girîng ka mirov bi derfet û îmkanên di destê xwe de çi karî dike. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ji însên re ji kar û kiryarên wî pê ve tiştekî din jê re nîn e. Bi rastî jî dê kar û kiryarên wî bêne nîşandan. Piştre dê bedêla kar û kiryarên wî bêkêmasî bê dayîn.” (Necm, 53/39-41)

 

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş