Ma em ê li bihuştê jî bi malbata xwe ya li dunyayê re bin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Jiyana Piştî Mirinê Tarih: 23 Eylül 2019

Pirs: Çend sal berê di bernayemeke we ya li ser televîzyonê de pirsekê bala min kişand. Pirs di der barê ka li axretê jî têkiliya di navbera mêr-jin û dê-zarokan de dê dewam bike yan na, we jî got ku dê dewam bike. Her wiha we diyar kir ku gava yek ji wan li bihuştê be (eger neketibe şirkê) dê bikaribe yê li dojehê bigre ba xwe. Vê rewşê ez gelekî tengezar kirim. Lewra yê li vê dunyayê yekî/a baş hilbijartibe, dê li axretê bi qezenc derkeve. Ez di şîrovekirina vê de zehmetiyê dikşînim. Lewra ev yek li dijî edaleta Xwedê dixuye. Hûn dikarin vê mijarê şîrove bikin?

Bersiv: Xwedê Teala diyar kiriye ku cennetî; dê di bihuştê de digel hevser, bavan û neviyên xwe bi hev re bin. Ayeteke di der barê vê yekê de wiha ye:

Ew dê bikevin bihuştên lêmayînê; ji dê û bavên wan, ji jin û kinêsa wan ên qenc jî dê diçinê. Ferîşte jî ji her dergehî ve diçin cem wan û wiha dibêjin: Silav li we be! We bi sebra xwe ev xelat heq kir. Vêca dawiya wê dunyayê çi xweş bû!” (Re’d, 13/23-24)

Her kesê ku bikeve bihuştê, xuyên wan ên nebaş, kîn û nefret û dexesiya di dilê wan de dê ji wan bê dûrkirin:

Me kîn û hesûdî ya di dilê de ji wan bir. Dê li jêrê wan re çem biherikin û wiha bibêjin: Pesn û spasî her ji Xwedê re bin ku em bi vê yekê serwext kirin. Eger Xwedê em pê serwext nekirina, em qet tê nedigihîştin. Sond be, qasidên Rebbê me digel heqiyê hatin. Dê wiha gazî li wan bê kirin: Ev cenneta ku hûn tê de ne, we bi kar û kiryarên xwe bi dest xistiye.” (E’raf, 7/43)

Bêguman mutteqî, dê li nav baxçe û li ser kaniyan bin.

(Dê ji wan re bê gotin:) ‘Bi selametî û ewlehî herin wan cihan’

Me kîna di sînga wan de avêtiye. Êdî (ji hev re) bûne bira, li ser textan li pêşberî hev in.

Ew li wê derê nawestin û ew jê nayêne derxistin jî.” (Hicr, 15/45-48)

Jinên cennetî dê gelekî bedew bin. Xweşikiya huriyan li ber ya wan jixwe nayê muqayesekirin. Bi sedema ku li dunyayê tiştekî mirov wan pê bişibîne tuneye Xwedê Teala wiha ferman kiriye:

Me di nava we de mirin teqdîr kiriye û tu kes dê nikaribe ji Me bireve.

Ev, da ku Em şeklê we biguherînin û bi awayekî ku hûn nizanin Em careke din we biafirînin.” (Waqie, 56/60-61)

Heman tişt dê ji bo zilaman jî were cih. Lê belê ev ayetên li jêr bi tenê di der barê jinan de ne:

Bi rastî Em dê wan ji nû ve biafirînin. Wan bikin keçên xama; evîndarê mêrê xwe bin û ji hev re hevsal bin.” (Waqie, 56/35-37)

Di encamê de li axretê dê li tu kesî bêedaletî neyê kirin. Wekî ji ayetan diyar bû dê her kes di bihuştê de digel hevser/hevjîn û zar-zêçên xwe dilşad û bextiyar bijî.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş