Ma rast e ku Resûlullah gotiye: Li ser miriyên xwe sûreyê Yasînê bixwînin.
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Jiyana Piştî Mirinê Tarih: 24 Eylül 2019

Pirs: Baş e li ser miriyan Qur’an, nayê xwendin. Lewra tu feydaya wê ji kesê mirî re tuneye. Lê hedîsa “Li ser miriyên xwe sûreyê Yasînê bixwînin”, ma nabe delîl li dijberî vê? Ango ma nabe lazim ku em sûreyê Yasînê bixwînin? Divê em li hemberî vê hedîsê çawa tev bigerin?

Bersiv: Riwayeta ku bi bal Pêxember (s.a.w) tê spartin wiha ye: “Li ser miriyên xwe Yasînê bixwînin اقرءوا { يس } على موتاكم.” (Ebû Dawûd, Cenaiz, 24; Îbn Mace, Cenaiz, 4)

Ji aliyê gelek alimên hedîsê ve hatiye diyarkirin ku ev riwayet, zeîf e. Ebû Bekir Îbnu’l-Erebî radigihîne ku Îmam Darequtnî di der barê vê riwayetê de wiha gotiye: “Îsnada vê hedîsê zeîf e, metnê wê mechûl e, di vê mijarê de hedîseke sehîh tuneye.” (Îbn Hecer, et-Telxîsu’l-Xebîr, II, 244-245. Wekî din jî bnr: Mizzî, Tuhfetu’l-Eşraf, VIII, 465; Îbnu’l-Qettan, Beyanu’l-Wehm we’l-Îlhami’l-Waqi‘eyn fî Kitabi’l-Ehkam, V, 49)

Hedîsên zeîf jî di mijarên dînî de nabin delîl.

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1515

Mustafa Özel di gotara xwe ya zanistî ya di der barê xwendina Qur’anê li ser miriyan, gihîştiye van encaman:

1- “Di derbarê xwendina Qur’anê li ser miriyan, ne yekser ne jî nerasterast di Qur’anê de tu agahiyek tuneye.

2- Di çavkaniyên hedîsê yên meqbûl û muteber de jî yên ku gotinên Pêxemberê me tomar kirine, hedîseke sehîh/saxlem ku rasterast vê mijarê bigire tuneye. Hema çi bigire temamê hedîsên ku di çavkaniyan de diborin, zeîf in an jî mewdû‘ (derewîn in). Li ser vê meseleyê hedîsa yekta ya ku di kitêbên hedîsê yên sehîh de dibore, hedîsa ku di Ebû Dawûd û Îbn Mace de ya ji aliyê Me‘qilê kurê Yesar di derbarê xwendina sûreyê Yasîn de hatiye riwayetkirin, heye. Di delalet/îfadeya vê hedîsa ku di çavkaniya yekem de bi daçeka ‘ela (على), di ya duyem de jî bi hokera mekanî “’inde (عند)” bi wateya cih hatiye, pirsgirêk heye.

3- Ev tetbîqa ku di serdema Îslamî ya pêşî de tune bû, herî zêde, xwe dispêre pratîkên ku di dirêjiya dîrokê de derketine holê. Ev, dibe ku ji ber hin sedemên derûnî yên civakî hatibe meydanê. Herî kêm mirov dikare bihizire ku ev, ji aliyê misilmanan ve mîna şêweyekî dewamkirina têkilatiyê ye bi dîndarên ku bi bal axretê ve dişînin û navgîneke ji bo nîşandana rêzdariyê li hemberî wan, nirxandine.” (Mustafa Özel, “Ölünün Ardından Kur’an-ı Kerim Okunmasının Dini Dayanakları”, İslam Hukuku Araştırmaları Dergisi, jimar: 7, Avrêl 2006, rp. 484-485)

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş