Ma mirov di ber sikratê de dê êş û azarê bikşîne?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Jiyana Piştî Mirinê Tarih: 30 Eylül 2019

Pirs: Ma mirov di ber sikratê de dê êş û azarê bikşîne?

Bersiv: Ayet diyar dikin ku hin kes di ber sikratê de dê gelek êşan bikşînin. Ayetên di der barê vê yekê de wiha ne:

Ma ji wî kesê ku li ser (navê) Xwedê derewan lêtîne yan jî -digel ku jê re peyxam nehatiye- bibêje: ‘Peyxam, ji min re ji cem Xwedê hatiye’ û ji wî kesê dibêje: ‘Çawa ku Xwedê ayet şandine, ez ê jî ayetan bişînim’, stemkartir kî heye?! Xwezî te halê wan stemkaran bidîta, dema ew bikevin ber serxweşiyên mirinê û firîşteyên (rihstên) penceyên xwe dirêjî wan bikin û ji wan re bibêjin: ‘De heydê canê (rihê) xwe bidin.’ Îro, bi sedema ku we îftira li Xwedê dikir û we xwe li hember ayetên Wî mezin dikir, hûn ê bi ezabê riswatiyê bêne celatkirin.

Sond be! Ka çawa Me, cara pêşîn hûn afirandin, dîsa hûn ê wisa bi tenê bi bal Me ve bên. Hûn ê malê ku Me li cîhanê dabû we li dûv xwe bihêlin. Ka ew mehdervanên ku we guman dikir ku ew ê hevaltiya we bikin, li ku ne?! Sond be, pêwendiya di navbera we û wan de ji binî ve qut bû û ew ên ku we hêviya xwe bi wan ve girêdabû ji ber we winda bûn.” (En‘am, 6/93-94)

Xweziya dema melayîket rihê yên ku kafir in distînin û li rû û pişta wan dixin û (ji wan re dibêjin) de ezabê dojehê biçêjin, te bidîta!

We çi kiribe hûn ê wê bibînin. Bê guman Xwedê li bendeyê xwe tu zilmê nake.” (Enfal, 8/50-51)

Di der barê kesên piştî ku rastiya dînê Îslamê baş fêm dikin û piştre pişta xwe didin dîn de wiha hatiye fermankirin:

Bêguman ew ên ku piştî rêya rast ji wan re diyar dibe berê xwe jê vedigerînin, şeytên ji wan re (kufr û neqencî) şîrîn nîşan dide û gelek hêviyan dide wan.

Lewra wan ji ew ên ku ji Qur’anê hez nedikir re digotin: Em ê di hin karan de bi gotina we bikin. Hal ev e ku Xwedê bi ya di dilên wan de veşartî jî dizane. Vêca dema firîşte ruhên wan bistînin û li rûyên wan û pişta wan bidin, dê rewşa wan çawa be?

Bi vî awayî ew li pey karên ku Xwedê pê ne qayil e diçin û ji karên ku pê qayil e hez nakin, vêca Xweda kar û kiryarên wan pûç kiriye.” (Muhemmed, 47/25-28)

Li aliyê din di der barê kesên rast û durist tev geriyane wiha hatiye fermankirin:

Bêguman ew ên ku dibêjin: Perwerdegarê me Xwedê ye, paşê xwe rast û durist jî dikin; firîşte bi ser wan de tên û ji wan re dibêjin: ‘Metirsin, xemgîn mebin û bi wê bihuşta ku soza wê ji we re hatiye dayin, dilşad bibin!’

Em li jiyana dinyayê û li axretê jî dost û piştgirên we ne, di bihuştê de tiştê ku dilê we bibijiyê û ya ku hûn bivên, ji bo we heye.

Ev, qedirgirtin û mazûvaniyeke ji cem Xwedayê ku gunehjêbir e, dilovîn e.” (Fussilet, 41/30-32)

Ewên ku di rewşeke baş de bin gava melayîket ruhê wan distînin (ji wan re) dibêjin: Silav li ser we be! Ji ber kar û kiryarên ku we (li dinyayê) kiriye de herin bihuştê.” (Nehl, 16/32)

Ji bo pirs-bersiveke bi vê mijarê re eleqedar ji kerema xwe re nivîsa di navnîşana jêr de ye bixwînin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1799

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş