Ma xêra li pey miriyan tê dayin, digihîje wan?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Jiyana Piştî Mirinê Tarih: 01 Ekim 2019

Pirs: Eger em li pey miriyan xêr û xêrat an jî sedeqeyan bidin, ma xêra wan digihîje miriyan? Li aliyê din ma divê em vê hedîsa Pêxemberê me çawa fêhm bikin: Li gorî ku ji Hz. ‘Eyşeyê hatiye ragihandin, zilamek ji Pêxember aleyhisselam wiha dipirse: Dayika min ji nişka ve mir. Guman dikim eger bikaribûna biaxiviya, dê wesiyeta bi dayina sedeqeyê bikira. Heke ez niha sedeqe bidim, ma xêra wê sedeqeyê dê bigihîje wê? Li ser vê yekê Pêxember me wiha bersiv da: Belê. (Buxarî, Cenaiz, 95, Wesaya, 19; Muslim, Zekat 51)

Bersiv: Rastiya hevoka “eger bikaribûna biaxiviya, dê wesiyeta bi dayina sedeqeyê bikira” ya ku di hedîsê de dibore, bi awayê “eger biaxiviya, dê sedeqe bidana = لَوْ تَكَلَّمَتْ تَصَدَّقَتْ” ye.

Di der barê vê yekê de ji Pêxemberê me aleyhisselam ev hedîsên han jî hatine ragihandin:

Ebû Hebîbe et-Taî (x.j.q) wiha gotiye: Zilamekî (di ber mirinê de) da ku di rêya Xwedê de were xerckirin wesiyeta bi dayina mîqdarekî ji pereyan kir. Dema di der heqê vê yekê de ji Ebû Derda pirs hat kirin, wî vê hedîsa han ji Pêxember aleyhisselam neqil kir:

“Rewşa kesê di ber mirinê de sedeqeyekê bide yan jî dîlekî rizgar bike, wekî rewşa kesê piştî têrbûnê îkram bike ye.” (Nesaî, Wesaya, 1)

Ji Ebû Hureyre (x.j.q) hatiye ragihandin: Zilamek hat cem Qasidê Xwedê û jê pirsî:

“Ey Qasidê Xwedê! (Ji aliyê xêrê ve) kîjan sedeqe herî mezin e?” Qasidê Xwedê wiha bersiv da:

“Di rewşeke ku tu li ser xwe bî (ne nexweş bî), pir çikûz bî, ji xizaniyê bitirsî û hêviya te di dewlemendiyê de hebe û tu sedeqeyê bidî. (Vi karî) nehêle heta ku ruh bigihêje gewriya te û tu bêjî bila ewqasî bidin filankes û ewqasî bidin bêvan kes. Bi hezir be, (ew mal) ji xwe bûye yê filankes.” (Buxarî, Zekat, 10; Muslim, Zekat, 92 (1032).

Bi sedema ku ev pîreka han, ji nişka ve ango beriya elametên mirinê derkevin holê jiyana xwe ji dest daye, neketiye bin vê beşê, ji ber niyet û biryara bûye xwediyê xêrê. Kesên ne di vê rewşê de bin, xêra başî û qenciyên ku li pey wan tên kirin, nagihîjin wan.

Lerwa piştî mirinê, kesên ku xêr û xêratên wan dewam dikin, ên ku beriya mirinê li paş xwe tiştên baş hiştine. Di der barê wan de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Bêguman bes Em miriyan vedijînin. Em kar û barên ku wan li pêşiya xwe şandine û berhemên ku li dûv xwe hiştine jî dinivîsin…” (Yasîn, 36/12)

Li gorî ku ji Ebû Hureyre (x.j.q) hatiye ragihandin, Qasidê Xwedê wiha gotiye:

“Dema însan bimire, ji van her sê karên wî pê ve, xêrê hemî karên wî tên birîn:

Sedeqeya cariye, (dema ji bo riza Xwedê Teala hatibe kirin, piştî mirina mirov jî xêra wê dewam dike.)

‘Ilmê ku îstifade jê bê dîtin.

Zarokên bi xêr ên ku piştî wî jê re dua bikin.” (Muslim, Wasiyet 14 (1631). Wekî din bnr: Ebû Dawûd, Wesaya 14; Tirmizî, Ehkam 36; Nesaî, Wesaya 8.)

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş