Fetwayen Kurdi
Da ku zarok çênebin, ma bikaranîna sîstema “vazektomi”yê caiz e?

Da ku zarok çênebin, ma bikaranîna sîstema “vazektomi”yê caiz e?

Pirs: Da ku zarok çênebe, gelo caiz e ku meriv serî li rêya “vazektomi”yê bide yan na? Vazoktemi, sterilizasyoneke cerahî ye ku li ser zilam tê tetbîqkirin, da ku bi rêya ‘emeliyatê derbasbûna hucreyên spermên zilam ji gun bi bal cihên ku hatine depokirin bi awayekî mayinde xera bike re tê gotin.

Bersiv: Ev karê ku di zimanê tibê de jê re vazektomi tê gotin, ji ber ku li dijî xwezaya însên e, ne caiz e. Li aliyê din, ev rêya han ji ber ku di rêyên kanalan de zirareke mezin çêdike, vegerandina lûleyen bi bal rewşa wan a berê ve pir zehmet e.

Da ku zarok çênebin, rêya caiz ku meriv ‘ezil ango meriv avika xwe berî der ve bide yan jî prezervatifê bi kar bîne, ne ku meriv serî li tiştên ku di laşê însên de ‘emeliyatê pêwîst bigerîne, bide.