Ma di ber sekratê de şeytan tê ku îmana mirov jê bistîne?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Jiyana Piştî Mirinê Tarih: 08 Ekim 2019

Pirs: Seyda, gelo di ber mirinê de şeytan tê ku îmana mirov bibe? Di ber sekratê de digel têkoşîna bi serxweşî û zehmetiyên mirinê re ma mirov dê bi pelîd re jî mijûl bibe? An jî ev xurafeyeke ku terîqetan avêtine holê?

Bersiv: Ev bawerî, dereweke mezin e ku ji aliyê terîqetan ve hatiye derxistin. Ew, bi rêya vê derewê, hewl didin ku şêxê xwe pîroz û wan wekî rizgarker nîşan bidin.

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/olum-aninda-seytan-insana-allahi-inkar-etmesini-mi-telkin-ediyor.html

Xwedê Teala di bara bawermendan de wiha ferman dike:

Bêguman ew ên ku dibêjin: ‘Perwerdegarê me Xwedê ye’, paşê xwe rast û durist jî dikin; firîşte bi ser wan de tên û ji wan re dibêjin: ‘Metirsin, xemgîn mebin û bi wê bihişta ku soza wê ji we re hatiye dayin, dilşad bibin!’

Em li jiyana dinyayê û li axretê jî dost û piştgirên we ne, di bihiştê de tiştê ku dilê we bibijiyê û ya ku hûn bivên, ji bo we heye.

Ev, qedirgirtin û mazûvaniyeke ji cem Xwedayê ku gunehjêbir e, dilovîn e.

Erê ma gotina kê ji ya wî kesê ku xelkê gazî bal Xwedê ve dike, kar û kiryarên qenc dike û dibêjê: ‘Bêguman ez ji muslumanan im’, spehîtir e?” (Fussîlet, 41/30-33)

Mîna ku diyar bû kesên baweriyê bînin, kar û barên rast û durist bikin, ferîşte dê piştgiriya wan bikin û dê bibin dost û alîkarên wan. Evan kesên han, di ber sekratê de dê rastî xetera ku wê îmana xwe winda bikin jî neyên.

Di heqê kesên rêwinda û ji rêderketî de jî wiha hatiye fermankirin:

Ma ji wî kesê ku li ser (navê) Xwedê derewan lêtîne yan jî -digel ku jê re peyxam nehatiye- bibêje: ‘Peyxam, ji min re ji cem Xwedê hatiye’ û ji wî kesê ku dibêje: ‘Çawa ku Xwedê ayet şandine, ez ê jî ayetan bişînim’, stemkartir kî heye?! Xwezî te halê wan stemkaran bidîta, dema ew bikevin ber serxweşiyên mirinê û firîşteyên (rihstên) penceyên xwe dirêjî wan bikin û ji wan re bibêjin: ‘De heydê canê (rihê) xwe derînin.’ Îro, bi sedema ku we îftira li Xwedê dikir û we xwe li hember ayetên Wî mezin dikir, hûn ê bi ezabê riswatiyê bêne celatkirin.

Sond be! Ka çawa Me, cara pêşîn hûn afirandin, dîsa hûn ê wisa bi tenê bi bal me ve bên. Hûn ê malê ku Me li cîhanê dabû we li dûv xwe bihêlin. Ka ew mehdervanên ku we guman dikir ku ew ê hevaltiya we bikin, li ku ne?! Sond be, pêwendiya di navbera we û wan de ji binî ve qut bû û ew ên ku we hêviya xwe bi wan ve girêdabû ji ber we winda bûn.” (En‘am, 6/93-94)

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma mirov di ber sikratê de dê êş û azarê bikşîne? 30.09.19 59
2 Ma xêra li pey miriyan tê dayin, digihîje wan? 01.10.19 67
3 Ma mirov ji tiştên di dilê xwe de derbas dike dê were pirsyarkirin? 02.10.19 81
4 Ma di ber sekratê de şeytan tê ku îmana mirov jê bistîne? 08.10.19 73
5 Ma tirsa ji mirinê guneh e? 09.10.19 63
6 Ma roja axretê û roja qiyametê heman tişt in, an du rojên ji hev cuda ne? 15.10.19 81
7 Ma rast e ku kesê di sê mehan de bimre nayê pirsyarkirin? 16.10.19 46
8 Ma Qur’an ji bo miriyan tê xwendin? 18.10.19 76
9 Ma em ê li bihuştê Xwedê Teala bibînin? 22.10.19 65
10 Ma dê li axretê rewşa bawermendên gunehkar çawa be? 23.10.19 73
11 Ma dê li axretê ji gunehên mirov pirs bê kirin yan neyê kirin? 16.09.19 74
12 Ma di sûreyê Mu’minûn ayeta 112an de behsa kê tê kirin? 24.10.19 70
13 Ma li axretê kesên ku bêpirsyarî û dayina hesab dikevin bihuştê dê hebin? 17.09.19 96
14 Ma jiyana li bihuşt û dojehê ebedî ye? 31.10.19 74
15 Rewşa kesê di dema mirinê de kelîma şehadetê neanîbe dê çawa be? 18.09.19 62
16 Ma dê gunehkar roja qiyametê kor bene heşirkirin? 04.11.19 45
17 Ma ji bo çûna bihuştê kesên dewlemend gavekê li pêş in? 20.09.19 62
18 Ma em ê li bihuştê jî bi malbata xwe ya li dunyayê re bin? 23.09.19 69
19 Ma rast e ku Resûlullah gotiye: Li ser miriyên xwe sûreyê Yasînê bixwînin. 24.09.19 71