Ma tirsa ji mirinê guneh e?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Jiyana Piştî Mirinê Tarih: 09 Ekim 2019

Pirs: Di van çend rojên dawî de êdî bûye ku ez gelekî ji mirinê ditirsim. Ma tirsa ji mirinê guneh e? Ez dikim nakin nikarim tirsa ji mirinê ji ser xwe rakim. Da ku ji mirinê netirse, divê mirov çi bike?

Bersiv: Bi gelemperî mirov, ji ber van sê sedeman ji mirinê ditirsin:

  1. Fikra ku mirin bi xwe bûyereke zehmet e û mirov dê ji mirinê azarê bibîne.
  2. Bi mirinê re mirov hemî tiştên xwe çi yên madî çi jî yên manewî ji dest dide.
  3. Ji ber ku mirov bi awayekî zelal nizane ka dê piştî mirinê çi were serê wî yan jî guman dike ku dê hin tiştên xerab were pêşiya wî.

Mirin, bûyereke tehl e. Ji lewre tirsa mirovan ji mirinê tiştekî xwezayî ye. Lê belê divê kesê Misilman ji ber tiştên ku dê piştî wê biqewimin, netirse. Lewra Misilmanê ku li gorî hêza xwe fermanên Xwedê Teala bi cih tîne û xwe ji qedexeyên Wî dûr digre, divê her gav hêviya tiştên baş bike. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Bêguman ew ên ku bawerî anîne û karên rind kirine, bi awayê pêdivî nimêj kirine û zekat dane, ji wan re li nik Perwerdegarê wan xelata wan heye. Ne tirs li ser wan heye, ne jî ew xemgîn dibin.” (Beqere, 2/277)

Bêguman ew ên ku dibêjin: Perwerdigarê me Ellah e piştre jî rast û durist dijîn, vêca ji bo wan (roja qiyametê) tu tirs tune ye û ew ê xemgîn jî nebin.” (Ehqaf, 46/13)

Hz. Eyşeyê di der barê zehmetî û giraniya mirinê de wiha dibêje: Resûlullah aleyhisselam, di nexweşiya xwe ya ku jiyana xwe ji dest da de wiha digot:

Ey Eyşeyê! Ez êşa xwarina (jehrî) ya ku min li Xeyberê xwaribû her gav his dikim. Niha ez dibêm qey reha dilê min qut dibe.” (Buxarî, Mexazî, 83)

Wekî ku tê dîtin Pêxember aleyhisselam zor û zehmetiya mirinê wiha bilêv kiriye… Di der barê vê yekê de gelek hedîsên din jî hene. Lê belê ji dêvla fikra li ser van yekan, divê mirov hewl bide ku li ser îmanê jiyana xwe ji dest bide. Lewra Xwedê Teala fermana vê yekê li me kiriye:

Îbrahîm wesiyeta vî dînî li zarokên xwe kiribû. Yaqûb jî kiribû. Gotibû ku: “Gelî zarokên min! Bêguman Xwedê  ev dîn ji bo we hilbijartiye. Naxwe heta mirinê jê re radest bijîn.” (Beqere, 2/132)

Duayên me yên beriya mirinê divê ev bin:

Ey afirînerê erd û asîmanan! Li dunya û axretê her Tu yî xwedî û piştevanê min. Min li ser dînê îslamê bimirîne û min bigihîne xweşmirovan.” (Yûsuf, 12/101)

Xwedayê me! Sebrê bi ser me de birijîne û me misliman bimirîne.” (E’raf, 7/126)

Ji bo rizgariya ji tirsên bi vî rengî divê hûn hişê xwe bi hin tiştên din mijûl bikin. Şîreta me li we, ku hûn wergera Qur’anê gelekî bixwîn. Ji xwe re bernameyekê çêbikin. Ji wergera Qur’anê rojê rûpelekî bixwînin. Lê belê bi têgihîştin. Lewra mirov ji xwendina bê bêtigîştin, tu sûdê wernagre. Bi borîna demê re hûn ê bibînin ku tirsa ji mirinê kêm bûye.

Li aliyê din ji şaşî û genehên xwe vegerin. Biryar bidin ku careke din li wan venegerin û biryara xwe bi cih bînin. Wê gavê dê gunehên we jî bên bexşandin.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş