Ma roja axretê û roja qiyametê heman tişt in, an du rojên ji hev cuda ne?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Jiyana Piştî Mirinê Tarih: 15 Ekim 2019

Pirs: Wekî ku hûn jî dizanin, di Qur’anê de roja qiyametê wiha tê teswîrkirin; roja ku mêzên bê danîn û hesab were dayîn, roja ku di der barê mirovan de biryar bê dayîn. Sa‘et jî dema ku hej (zelzele) rû bide ye. (Hecc, 22/1) Lê belê di Qur’anê de tebîra yewmu’l-axir (roja dawî) jî dibore û digel îmana bi Xwedê Teala, baweriya bi roja dawî di nav bingeh û esasên baweriyê de cih digre. Di şîroveyên di tefsîran de  têkiliya vê “roja dawî”, bi roja qiyametê re tê kirin. Ma rastiya şîroveyên “roja dawî ew e, piştî wê tu roj tune ne” çi ye? Eger wekî ku di berhemên tefsîrê de derbas dibe roja dawî, (piştî vejînê) roja yekem ji jiyana axretê be, wê gavê hikmetê îzafekirina “roja qiyametê” bi bal roja vejînê ve çi ye? Bi kurtasî, ma “roja qiyametê” û “roja dawî” heman tişt in? Heke hebin cudahiyên di navbera wan de çi ne?

Bersiv: Dema mirov li ayetên Qur’an Pîroz binêre diyar dibe ku mehşer ango cihê civînê, piştî ku ji nûve bê verastkirin dê li ser rûyê dunyayê be (Îbrahîm, 14/48). Di roja rabûna ji goran ango “roja qiyametê” de, dê temamê mirovan çi bawermend çi kafir û her wiha temamê ajalan dê li meydana mehşerê bi hev re bin. Di vê roja dawî “yewmu’l-axir” de dê her kes bi hev re bê kimkirin. Jixwe ayeta di sûreyê Dûxan de jî “Bêguman roja jihevcudabûnê (yewmu’l-fesl) civanê wan hemûyan e.” (Dûxan, 44/40) îşaretî bi bal vê rastiyê ve dike.

Piştî danîna mêzênê-dayina hesab û belavkirina defterên emelan, ji ber ku bawermend dê biçin bihuştê, kafiran jî dê biçin dojehê. dê bawermend û kafir ji hev bên cudakirin û qet careke din negihîjin hev.  Ji lewre baweriya bi temamê van tiştan bi awayê “baweriya bi axretê” bûye bingehek ji bingehên îmanê.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma dê li axretê rewşa bawermendên gunehkar çawa be? 23.10.19 75
2 Ma dê li axretê ji gunehên mirov pirs bê kirin yan neyê kirin? 16.09.19 76
3 Ma di sûreyê Mu’minûn ayeta 112an de behsa kê tê kirin? 24.10.19 71
4 Ma li axretê kesên ku bêpirsyarî û dayina hesab dikevin bihuştê dê hebin? 17.09.19 97
5 Ma jiyana li bihuşt û dojehê ebedî ye? 31.10.19 77
6 Rewşa kesê di dema mirinê de kelîma şehadetê neanîbe dê çawa be? 18.09.19 63
7 Ma dê gunehkar roja qiyametê kor bene heşirkirin? 04.11.19 48
8 Ma ji bo çûna bihuştê kesên dewlemend gavekê li pêş in? 20.09.19 64
9 Ma em ê li bihuştê jî bi malbata xwe ya li dunyayê re bin? 23.09.19 71
10 Ma rast e ku Resûlullah gotiye: Li ser miriyên xwe sûreyê Yasînê bixwînin. 24.09.19 73
11 Ma mirov di ber sikratê de dê êş û azarê bikşîne? 30.09.19 61
12 Ma xêra li pey miriyan tê dayin, digihîje wan? 01.10.19 67
13 Ma mirov ji tiştên di dilê xwe de derbas dike dê were pirsyarkirin? 02.10.19 82
14 Ma di ber sekratê de şeytan tê ku îmana mirov jê bistîne? 08.10.19 73
15 Ma tirsa ji mirinê guneh e? 09.10.19 63
16 Ma roja axretê û roja qiyametê heman tişt in, an du rojên ji hev cuda ne? 15.10.19 83
17 Ma rast e ku kesê di sê mehan de bimre nayê pirsyarkirin? 16.10.19 47
18 Ma Qur’an ji bo miriyan tê xwendin? 18.10.19 76
19 Ma em ê li bihuştê Xwedê Teala bibînin? 22.10.19 67