Ma Qur’an ji bo miriyan tê xwendin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Jiyana Piştî Mirinê Tarih: 18 Ekim 2019

Pirs: Ma mirov dikare xêra xwendina Qur’anê bexşî miriyên xwe bike? Ayet û hedîsên di der barê vê yekê çi ne?

Bersiv: Xwendina Qur’ana Pîroz ji bo kesê mirî, tu fêdeyê nadê. Di der barê ku xwendina Qur’anê fêdeyê dide kesê mirî de tu delîlek tuneye.

Lê belê Xwedê Teala li me şîret kiriye ku em ji bo birayên xwe yên Misilman ên ku beriya me jiyane, dua bikin. Pêxember aleyhisselam jî di vê mijarê de bi kirinên xwe ji me re bûye mînak.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ew ên di piştî wan de tên, dibêjin: Rebbê me! Li me û li birayên me yên ku beriya me bawerî anîne bibore, kîn û rika li hemberî bawermendan nexe dilê me! Rebbê me! Birastî Tu Reûf î, Rehîm î.” (Heşr, 59/10)

Her wiha şîret li me hatiye kirin ku em piştî her nimêjê vî duayî bixwînin:

Rebbê me! Di roja hesabdîtinê de, li min, li dê û bavê min û li Misilmanan bibore!” (Îbrahîm, 14/41)

Ebû Useyd Malik kurê Rebî‘e es-Se‘îdî (x.j.q) wiha got: Rojekê em li nik Qasidê Xwedê rûniştî bûn, zilamek ji qebîla Benî Selem hat û wiha pirsî:

– Ya Resûlullah! Piştî mirina dê û bavê min, ma xêreke ku ez li wan bikim heye?

Resûlullah wiha bersiv da:

– “Belê, ji wan re dua bike, bexşandina gunehên bixwaze, wesiyetên wan bicih bîne, çavdêriya xizmên wan bike, bi dostên wan re baş tev bigere.”

Qur’an ne ji bo miriyan; ji bo saxan hatiye hinartin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Me helbest fêrî wî (Muhemmed) nekiriye; jixwe ne pêdivî ye. Ev, bi tenê zikr û qur’aneke raveker e. Da ku yên zindî hişyar bike û da ku ji kafiran re vebirî diyar bibe ku ew gotina Xwedê ye hatiye hinartin.” (Yasîn, 36/69-70)

Xêra xwendina Qur’anê ji bo kesê ku wê fêhm bike û hewl bide di jiyana xwe de bîne cih, heye. Lê belê kesê di jiyana xwe de xwendina Qur’anê fêrî yekî din kiribe an jî ji bo fêrbûnê bûbe navgîn, xêra wî jî di wê xwendinê de heye. Ew jî jixwe, xêra ku mirov ji bo karekî baş bibe wesîle ye.

Ji kerema xwe re serî li navnîşanên jêr jî bidin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/geceleyin-mezarliktan-gecerken-fatiha-okumak-gunah-midir.html

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/olulere-kuran-okunabilecegine-dair-rivayet-edilen-hadisler-sahih-midir.html

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/olulerin-arkasindan-kuran-okumak-hatim-indirmek-faydali-olur-mu.html

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma tirsa ji mirinê guneh e? 09.10.19 63
2 Ma roja axretê û roja qiyametê heman tişt in, an du rojên ji hev cuda ne? 15.10.19 83
3 Ma rast e ku kesê di sê mehan de bimre nayê pirsyarkirin? 16.10.19 47
4 Ma Qur’an ji bo miriyan tê xwendin? 18.10.19 77
5 Ma em ê li bihuştê Xwedê Teala bibînin? 22.10.19 67
6 Ma dê li axretê rewşa bawermendên gunehkar çawa be? 23.10.19 75
7 Ma dê li axretê ji gunehên mirov pirs bê kirin yan neyê kirin? 16.09.19 76
8 Ma di sûreyê Mu’minûn ayeta 112an de behsa kê tê kirin? 24.10.19 71
9 Ma li axretê kesên ku bêpirsyarî û dayina hesab dikevin bihuştê dê hebin? 17.09.19 97
10 Ma jiyana li bihuşt û dojehê ebedî ye? 31.10.19 77
11 Rewşa kesê di dema mirinê de kelîma şehadetê neanîbe dê çawa be? 18.09.19 63
12 Ma dê gunehkar roja qiyametê kor bene heşirkirin? 04.11.19 48
13 Ma ji bo çûna bihuştê kesên dewlemend gavekê li pêş in? 20.09.19 64
14 Ma em ê li bihuştê jî bi malbata xwe ya li dunyayê re bin? 23.09.19 71
15 Ma rast e ku Resûlullah gotiye: Li ser miriyên xwe sûreyê Yasînê bixwînin. 24.09.19 73
16 Ma mirov di ber sikratê de dê êş û azarê bikşîne? 30.09.19 61
17 Ma xêra li pey miriyan tê dayin, digihîje wan? 01.10.19 67
18 Ma mirov ji tiştên di dilê xwe de derbas dike dê were pirsyarkirin? 02.10.19 82
19 Ma di ber sekratê de şeytan tê ku îmana mirov jê bistîne? 08.10.19 73