Ma em ê li bihuştê Xwedê Teala bibînin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Jiyana Piştî Mirinê Tarih: 22 Ekim 2019

Pirs: Ma rast e ku dê bawermend li bihuştê Xwedê Teala bibînin? Eger rast be, dê ev dîtin çawa be?

Bersiv: Li gorî ayet û hedîsên li jêr, yek ji diyariyên ku dê ji bawermendên bikevin bihuştê re bê dayin, dîtina cemala Xwedê Teala ye.

“Wê rojê, hin rû hene dê ronak û geş bin. Ew dê li Rebbê xwe binêrin.” (Qiyame, 75/22-23)

Li gorî ku ji Cerîrê kurê ‘Ebdullahê el-Becellî (x.j.q) hatiye ragihandin, wî wiha gotiye: Em li hafa Resûlullah aleyhisselam rûniştî bûn. Resûlullah li heyva çardeşevî mêze kir û wiha got:

“Hûn ê derkevin pêşberî Rebbê xwe û wekî ku hûn vê heyvê dibînin Wî bibînin û dê di der barê dîtinê de pêrgî tu zehmetî û astengiyê nebin. Ji ber vê yekê heta hûn dikarin, li ser nimêja beriya ku roj hilê û nimêja beriya ku roj biçe ava berdewam bin. Piştre ev âyeta han xwend: “Beriya derketina rojê, beriya roj biçe ava, di wextên şevê û qismên rojê de hemdê Rebbê xwe bike û Wî ji her kêmasiyê pak bidêre[1]  (Tirmizî, Cennet, 16)

Li gorî ku ji Ebû Hureyre hatiye ragihandin, Resûlullah aleyhisselam wiha gotiye:

“Ma hûn di dîtina heyva çardeşevî de tu zehmetiyê dikşînin? An jî her gav di dîtina rojê tu astengiyê dibînin? Sehabiyan gotin: “Naxêr.” Li ser vê yekê Resûlullah wiha kerem kir: “Wekî ku hûn heyva çardeşevî dibînin, bi hêsanî û bêyî tu astengan hûn ê Rebbê xwe jî bibînin.” (Tirmizî, Cennet, 17)

Li gorî ku ji Suheyb hatiye ragihandin, Resûlullah aleyhisselam di der barê vê ayetê de wiha gotiye: “Ji bo wan ên ku karên qenc kirin xelata herî rind û ji wê hê zêdetir jî heye.” (Yûnus, 10/26)

“Piştî ku bihuştî bikevin cennetê, delalek dê wiha bang bike: Sozeke ku Xwedê dabû we heye… Bihuştî jî dê wiha bibêjin: “Ma rûyê me spî nekirin? Em ji dojehê rizgar nekirin? Em nexistin bihuştê?” Ferîşte dê bibêjin: “Belê.” Piştî vê dê perde bê rakirin. Resûlullah aleyhisselam gotina xwe wiha berdewam kir: “Ez qesem dikim bi Xwedê ku, wê rojê tişta herî şîrîn ji bo bihuştiyan dîtina Xwedê ye.” (Tirmizî, Cennet, 16)

Eger em werin mijara ka dê ev dîtin çawa be: Em çawa heyva ku mîna dunya me ye û roja ku bi gelekî jê mezintir e dibînin, em ê cemala Xwedê jî wiha bibînin. Li aliyê din li ser pirsa ku Hz. Pêxemberê me hatiye kirin ma te Rebbê dîtiye, wî wiha bersiv daye: “Ew nûr e. Ez ê çawa Wî bibînim? Wekî din heyv û roj ji dunyayê tê dîtin, Xwedayê ku ji cih û mekan bêrî ye ne li bihuştê; ji bihuştê dê bê dîtin. Jixwe di Qur’ana Pîroz de ne bêjeya dîtin; îfadeya nezer/nihêrtinê derbas dibe. Her wiha di ayetê de derbas dibe ku “Çav tênagihîjin, lê Ew bi xwe çavan dibîne.” (En’am, 6/103). (Ji bo agahiyên berfirehtir bnr: Ali Rıza Demircan, Kur’an ve Sünnet Işığında Cennet Hayatı, Stenbol, 2009, rp: 88)

Wekî ku ji şîroveyên li jor borî diyar bû, bawermendên ku bikevin bihuştê dê Xwedê Teala bibînin. Lê belê ev dîtin, dê ne bi awayê îdrak/têgihîştinê de be. Ji lewre şibandina dîtina Xwedê Teala bi mînaka dîtina heyv û rojê di cih de ye.

[1] Taha, 20/130.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma Qur’an ji bo miriyan tê xwendin? 18.10.19 76
2 Ma em ê li bihuştê Xwedê Teala bibînin? 22.10.19 67
3 Ma dê li axretê rewşa bawermendên gunehkar çawa be? 23.10.19 73
4 Ma dê li axretê ji gunehên mirov pirs bê kirin yan neyê kirin? 16.09.19 75
5 Ma di sûreyê Mu’minûn ayeta 112an de behsa kê tê kirin? 24.10.19 70
6 Ma li axretê kesên ku bêpirsyarî û dayina hesab dikevin bihuştê dê hebin? 17.09.19 97
7 Ma jiyana li bihuşt û dojehê ebedî ye? 31.10.19 75
8 Rewşa kesê di dema mirinê de kelîma şehadetê neanîbe dê çawa be? 18.09.19 63
9 Ma dê gunehkar roja qiyametê kor bene heşirkirin? 04.11.19 47
10 Ma ji bo çûna bihuştê kesên dewlemend gavekê li pêş in? 20.09.19 63
11 Ma em ê li bihuştê jî bi malbata xwe ya li dunyayê re bin? 23.09.19 70
12 Ma rast e ku Resûlullah gotiye: Li ser miriyên xwe sûreyê Yasînê bixwînin. 24.09.19 72
13 Ma mirov di ber sikratê de dê êş û azarê bikşîne? 30.09.19 60
14 Ma xêra li pey miriyan tê dayin, digihîje wan? 01.10.19 67
15 Ma mirov ji tiştên di dilê xwe de derbas dike dê were pirsyarkirin? 02.10.19 82
16 Ma di ber sekratê de şeytan tê ku îmana mirov jê bistîne? 08.10.19 73
17 Ma tirsa ji mirinê guneh e? 09.10.19 63
18 Ma roja axretê û roja qiyametê heman tişt in, an du rojên ji hev cuda ne? 15.10.19 81
19 Ma rast e ku kesê di sê mehan de bimre nayê pirsyarkirin? 16.10.19 47