Ma di sûreyê Mu’minûn ayeta 112an de behsa kê tê kirin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Jiyana Piştî Mirinê Tarih: 24 Ekim 2019

Pirs: Di sûreyê Mu’minûn ayeta 112an de tê gotin dê pirseke wiha bê kirin: Hûn çend salan li ser rûyê erdê jiyane? Di ayeta 113an de jî ji heman sûreyî tê gotin ku dê wiha bersiv bidin: Em rojekê yan jî bi qasî danekî rojê jiyane. Ma kesên ku dê biçin bihuştê vê bersivê didin? An jî dê temamê mirovan vê yekê bibêjin?

Bersiv: Di sûreyê Mu’minûn ayeta 101an heta dawiya sûre, piştî pifkirina sûrê bûyerên ku dê di roja qiyametê de rû bidin hatine vegotin. Di ayeta 103an û yên piştî wê de behsa tiştên ku dê werin serê kafirên ku mêzêna karên wan sivik hatine, tê kirin. Di wan ayetan hatiye diyarkirin ku wan di jiyana dunyayê de ayetên Xwedê Teala înkar kirine (ayeta 103an), qerf û henekên xwe bi bawermendan kirine (ayeta 109-110an). Piştre ji wan kafiran tê pirsîn ka çiqas zeman li dunyayê jiyane, ew jî dê di bersiva vê pirsê de bibêjin ku em rojekê yan jî hîn hindiktir li dunyayê jiyane (ayetên 112-114an).

Wekî ku diyar bû, kesên ew pirs ji wan tê kirin, ne bawermend in; yên ku dê biçin dojehê ne.

Li aliyê din Qur’ana Pîroz de çend ayetên din ên mîna van ayetan hene. Di tevahiya wan ayetan de kesên ku pirsa ka çiqas zeman li dunyayê mane ji wan tê kirin an jî kesên dibêjin ku em gelekî hindik jiyane, her kafir in. Ayetên di der barê vê yekê de wiha ne:  Yûnus, 10/45; Îsra, 17/49-52; Taha, 20/102-104; Rum, 30/55-57; Ehqaf, 46/35; Nazîat, 79/42-46.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma mirov di ber sikratê de dê êş û azarê bikşîne? 30.09.19 60
2 Ma xêra li pey miriyan tê dayin, digihîje wan? 01.10.19 67
3 Ma mirov ji tiştên di dilê xwe de derbas dike dê were pirsyarkirin? 02.10.19 82
4 Ma di ber sekratê de şeytan tê ku îmana mirov jê bistîne? 08.10.19 73
5 Ma tirsa ji mirinê guneh e? 09.10.19 63
6 Ma roja axretê û roja qiyametê heman tişt in, an du rojên ji hev cuda ne? 15.10.19 81
7 Ma rast e ku kesê di sê mehan de bimre nayê pirsyarkirin? 16.10.19 47
8 Ma Qur’an ji bo miriyan tê xwendin? 18.10.19 76
9 Ma em ê li bihuştê Xwedê Teala bibînin? 22.10.19 67
10 Ma dê li axretê rewşa bawermendên gunehkar çawa be? 23.10.19 73
11 Ma dê li axretê ji gunehên mirov pirs bê kirin yan neyê kirin? 16.09.19 75
12 Ma di sûreyê Mu’minûn ayeta 112an de behsa kê tê kirin? 24.10.19 71
13 Ma li axretê kesên ku bêpirsyarî û dayina hesab dikevin bihuştê dê hebin? 17.09.19 97
14 Ma jiyana li bihuşt û dojehê ebedî ye? 31.10.19 75
15 Rewşa kesê di dema mirinê de kelîma şehadetê neanîbe dê çawa be? 18.09.19 63
16 Ma dê gunehkar roja qiyametê kor bene heşirkirin? 04.11.19 47
17 Ma ji bo çûna bihuştê kesên dewlemend gavekê li pêş in? 20.09.19 63
18 Ma em ê li bihuştê jî bi malbata xwe ya li dunyayê re bin? 23.09.19 70
19 Ma rast e ku Resûlullah gotiye: Li ser miriyên xwe sûreyê Yasînê bixwînin. 24.09.19 72