Fetwayen Kurdi
Hukmê “kurtaj” ango jiberxwekirina zarokê çi ye?

Hukmê “kurtaj” ango jiberxwekirina zarokê çi ye?

Pirs: Hukmê jiberxwekirina zarokê (kürtaj) çi ye? Ma tu qistas û sînorekî wê yê xuya heye yan na? Pîreka min bi hemla xwe şeş mehî ye û di encama testên ku hatin kirin de di zarokê de pirsgirêkeke girîng derket holê. Bijîjk dibêjin ku divê heml bê bidawîkirin. Û vedibêjin ku eger neyê bidawîkirin, dê li ser dayikê xeter be. Di vê rewşê de eger meriv hemlê ji ber bike, ji aliyê dînî ve tu mehzûrek wê heye yan na?

Bersiv: Eger di halê ku uzrek hebe mîna ku tenduristiya dayikê dê têkeve xetereke mezin, ji dêla meriv dê û zarokê bi hev re wenda bike, ku meriv bi tenê zarokê feda bike, caiz e. Encax bi vê mebestê bi tenê, meriv dikare zarokê ji ber xwe bike. Ji bilî vê, çawa ku heram e meriv zarokeke çêbûyî bikuje, keza jiberkirin jî wisa heram e.

Bi hinceta ku zarok nexweş, bikêmasî, bi uzur, gêj an jî temenkin dê çêbibe, ne caiz e ku meriv mudaxeleyî cenînê bike û dawiyê li jiyana wê bêne. Di vî warî de di asta baweriya bi zanistiya genetik û rêbaza ultrasonografi, hin nîqaş hene. Lewra di roja me ya îroyîn de hin cenînên ku bi rêya ultrasonografi tesbîta ku dê bi ‘uzur werin dinyayê û ku bi zarokê re hin nexweşiyên heyatî hene, tê kirin, Lê belê ji ber xwe nagirin û dema ku tên dinyayê jî tê dîtin ku tu tiştekî wan tune ye. Gelek dadparêz jî bûna şahidê vê rastiyê.

Di encamê de ji serê hemlbûnê ve, heta ku zerûreteke teqez û li rê tune be, ne caiz e ku meriv bi rêya jiberxwekirinê dawiyê li jiyana cenînê bîne. Tesbîtkirina uzrekî di zarokê de nabe sedemekî meşrû ji bo vî karî. Sirf dema jiyana dayikê têkeve xeterê, dibe uzur û sedemekî biheq û lirê ji bo jiberxwekirinê.

Di lînka jêr de tezeke Lisansa Bilind bi navê “İslâm Hukukunda Cenine Müdahalenin Hükmü” ya ku me bi xwendekarekî xwe, daye amadekirin heye. Em tewsiye dikin ku hûn delîlên bi vê mîjarê re têkildar in, ji wê tezê bixwînin.

http://www.suleymaniyevakfi.org/fitrat-ve-tip-arastirmalari/kurtaj-ve-cenin.html