Ma jiyana li bihuşt û dojehê ebedî ye?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Jiyana Piştî Mirinê Tarih: 31 Ekim 2019

Pirs: Hin kes ji ber bêjeyên “xuld” û “ebed”ê dibêjin ku jiyana di bihuşt û dojehê de, ne ebedî ye. Hûn di der barê vê yekê de nabêjin çi? Bi kurtasî, ma dojeh ebedî ye yan na?

Bersiv: Çênabe ku mirov ayetên Xwedê Teala li gorî gotinên însanan binirxîne. Lewra aşkerekirin û şîrovekirina Qur’anê ji aliyê Xwedê Teala bi xwe hatiye kirin.

Elîf, Lam, Ra. Ev kitêbeke wisa ye ku ayetên wê ji aliyê Xwedayê Hekîm ê Xebîr ve muhkem hatine dêrandin û piştre hatine tefsîlkirin.” (Hûd, 11/1)

Ji ber vê yekê ji bo têgihîştina ayetekê divê mirov li ayetên din jî binêre û wan bi hev re binirxîne. Di hin ayetên Qur’anê de bi îfadeya (xalidîne fîha ebedan) derbas dibe ku dê bawermend li bihuştê û dê kafir jî li dojehê bi awayekî ebedî bimînin. (Bnr: Nîsa, 4/57, 122, 169; Maîde, 5/119; Tewbe, 9/22, 100; Kehf, 18/3; Ehzab, 33/65; Texabun, 64/9; Telaq, 65/11; Cin, 72/23; Beyyine, 98/8). Li gorî ku Xwedê Teala wiha ferman kiriye, divê em wiha bawer bikin. Li aliyê din di zimanê ‘Erebî de ji bo tiştê xera nebe û wekî xwe bimîne re xulûd tê gotin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Me beriya te xuld nedaye tu kesî; eger tu bimrî, ma ew ê muxelled bimînin?

Her zindî dê mirinê tehm bike.”( Enbiya 21/34-35)

Li gorî vê ayetê, bêjeya “xuld”ê di wateya nemirine de ye. Dema ji bo jiyana dunyayê were bikaranîn tê maneya “demeke dirêj”, gava ji bo axretê bê bikaranîn tê wateya “edebî”.

Ji lewre mirov nikare li gorî qaideyên aqlî yên besît yên mîna “heyînên hadis (piştre çêbûne, hatine afirandin), nabin ebedî”, ayetên Xwedê Teala şîrove bike. Gotina Wî çawa be divê mirov wekî wê fêhm bike. Jixwe haşa ne hedê me ye ku em Wî berpirsyar bigrin.  Ji ber vê yekê di mijarên mîna vê de da ku hişê me tevlihev nebe, ne li gotinên însanan divê em binêrin ka Xwedê Teala çi, çawa ferman kiriye. Ji ber ku di Kitêba Wî de tu nakokî tuneye, hem hişê me hem jî dilê me aram dibe. Loma Xwedê Teala wiha fermna dike: “Agahdar bin! Dil bes bi zikrê Xwedê rihet û aram dibe.” (Re‘d, 13/28). Jixwe zikrê Xwedê jî, Qur’an e.

Di der barê vê yekê de hûn dikarin li bersiva di navnîşana jêr de ye temaşe bikin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/cennet-ve-cehennemin-ebedi-olmadigi-gorusune-bakisiniz-nasildir.html

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma dê li axretê ji gunehên mirov pirs bê kirin yan neyê kirin? 16.09.19 75
2 Ma di sûreyê Mu’minûn ayeta 112an de behsa kê tê kirin? 24.10.19 70
3 Ma li axretê kesên ku bêpirsyarî û dayina hesab dikevin bihuştê dê hebin? 17.09.19 97
4 Ma jiyana li bihuşt û dojehê ebedî ye? 31.10.19 75
5 Rewşa kesê di dema mirinê de kelîma şehadetê neanîbe dê çawa be? 18.09.19 63
6 Ma dê gunehkar roja qiyametê kor bene heşirkirin? 04.11.19 47
7 Ma ji bo çûna bihuştê kesên dewlemend gavekê li pêş in? 20.09.19 63
8 Ma em ê li bihuştê jî bi malbata xwe ya li dunyayê re bin? 23.09.19 70
9 Ma rast e ku Resûlullah gotiye: Li ser miriyên xwe sûreyê Yasînê bixwînin. 24.09.19 72
10 Ma mirov di ber sikratê de dê êş û azarê bikşîne? 30.09.19 60
11 Ma xêra li pey miriyan tê dayin, digihîje wan? 01.10.19 67
12 Ma mirov ji tiştên di dilê xwe de derbas dike dê were pirsyarkirin? 02.10.19 82
13 Ma di ber sekratê de şeytan tê ku îmana mirov jê bistîne? 08.10.19 73
14 Ma tirsa ji mirinê guneh e? 09.10.19 63
15 Ma roja axretê û roja qiyametê heman tişt in, an du rojên ji hev cuda ne? 15.10.19 81
16 Ma rast e ku kesê di sê mehan de bimre nayê pirsyarkirin? 16.10.19 47
17 Ma Qur’an ji bo miriyan tê xwendin? 18.10.19 76
18 Ma em ê li bihuştê Xwedê Teala bibînin? 22.10.19 66
19 Ma dê li axretê rewşa bawermendên gunehkar çawa be? 23.10.19 73