Ma dê gunehkar roja qiyametê kor bene heşirkirin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Jiyana Piştî Mirinê Tarih: 04 Kasım 2019

Pirs: Di sûreyê Taha ayeta 124an de hatiye îfadekirin ku kesên pişta xwe bidin Qur’anê dê roja qiyametê kor bêne heşirkirin? Di sûreyê Qaf ayeta 21 û 22an de jî wiha hatiye fermankirin: “Wê rojê her kes dê digel ajoyekî û şahidekî bê (qada mehşerê). Dê jê re wiha bê gotin: Hey mirov! Sond be, haya te ji vê tune bû, vêca me perde ji ser çavê te hilanî, êdî dîtina te îro pir tûj e.” Wekî ku ji vê ayetê diyar dibe, korbûn li aliyekî dê dîtina çavê her kesî gelekî tûj be. Divê em van ayetan çaw fêhm bikin?

Bersiv: Da ku em bikaribikin bersiva pirsa te bidin, divê em ayetên ku behsa dîmenên qiyametê dikin bi hev re binirxînin.

Piştî ku Xwedê Teala roja qiyametê bedenên însanan ji axê derdixe, rûhê ku di dema mirinê de ji bedenan hatiye cudakirin li wan vedigerîne. (Tekwîr 7; Zumer 68) Piştî ku rûh li bedenan vegere mirov dê bihizirin ku li dunyayê 10 rojan, 1 rojê, şevekê yan jî ji sibehê heta wextê taştê mane û di der barê vê yekê de di navbera xwe bi dizî biaxivin. (Taha 103-104; Nazi’at 46; Yûnus 45)

Di vê esnayê de dê telalek însanan bi bal qada hesabdîtinê ve vexwîne. Mirov dê wekî kulî û pelîstankên belavbûyî bin. Di wê gavê de çavên kafiran zeq dibin û wiha dibêjn: “ev, rojeke gelekî dijwar e.” (Qemer 7-8; Nebe’ 18)

Bi banga, telal re dê mirov digel pêşeng/îmamên xwe kom bibin, piştre dê du ferîşte bên cem her mirovî û ji wan re wiha bibêjin: “Sond be, haya te ji vê tune bû, vêca me perde ji ser çavê te hilanî, êdî dîtina te îro pir tûj e.” Yek ji wan ferîşteyan dê mirov ji cihê vejîna wî bibe meydana hesabdîtinê, ji wir jî ya bibe bihuştê ya jî bibe dohejê. Ferîşteyê din jî dê li ser mirov şahdeyiyê bide. (Qaf, 21-22; Îsra 71; Yasîn 32, 53)

Piştî ku her civat û pêşengên wan hatin nik hev, Xwedê Teala dê guhên kafiran ker bike, çavên wan kor bike, wan bixe rewşeke ku nikaribin biaxivin, lingên wan girê bide û rûyê wan reş bike. Piştre dê bi awayê kor, lal û ker wan bi bal meydana heşrê ve sewq bike.  (Taha 102, 124; Îsra 72, 97; Îbrahîm 49; Alî Îmran 106; Taha 108; Yasîn 51, Me’aric 43)

Bawermend jî dê bi aliyê mehşerê ve bimeşin, çavên wan dibînin, guhên wan dibihîse û zimanê wan li kar e. Rûyê wan jî dê spî be. (Zumer, 60; Yûnis, 26, ‘Ebese, 38)
Di esnayê vê rêwîtiyê de dê gunehên kafiran li pişta wan bin. (En’am 31; Taha 99-101; Nehl 23-25)

Piştî vê, dê tevekê mirovan li meydana heşrê bên komkirin û her ferîşteyê ku li cem însên e dê wiha bibêje: “Ha ev e ya li cem min hazir”  (Qaf 23)

Piştî temamê însanan li qada heşrê bên komkirin, Xwedê Teala dê çav, guh û girêka di zimanê kafiran de veke. Di wê demê de dê çavê wan zoq bibin, dilê wan bê ber devê wan. Dê ji cihekî dûr dojehê bibînin. (Furqan 11-12; Îbrahîm 42-43; Xafir, 18)

Piştre dê hesabê her kesî bê dîtin, ango dê her kes deftera karên xwe bigre, kar û emelên wan dê bên pîvan, di encama vî karî de bawermend dê biçin bihuştê, kafir jî dê biçin dojehê.

Di encamê de tiştê di sûreyê Taha ayeta 124an de derbas ku dê hin kes kor bên heşirkirin, divê em bi awayê korbûna piştî ku mirov ji gorên xwe derdikevin û rêwîtiya heta meydana heşrê fêhm bikin. Lewra di hin ayetên de hatiye diyarkirin ku piştî vejînê ango rabûna ji goran hemî însan dê li hev binêrin û hin tiştan ji hev re bibêjin. Her wiha di wan ayetan de bi awayekî zelal hatiye vegotin ku dê di meydana heşrê de deftera karên xwe û dojehê bibînin.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Ma Qur’an ji bo miriyan tê xwendin? 18.10.19 76
2 Ma em ê li bihuştê Xwedê Teala bibînin? 22.10.19 66
3 Ma dê li axretê rewşa bawermendên gunehkar çawa be? 23.10.19 73
4 Ma dê li axretê ji gunehên mirov pirs bê kirin yan neyê kirin? 16.09.19 75
5 Ma di sûreyê Mu’minûn ayeta 112an de behsa kê tê kirin? 24.10.19 70
6 Ma li axretê kesên ku bêpirsyarî û dayina hesab dikevin bihuştê dê hebin? 17.09.19 97
7 Ma jiyana li bihuşt û dojehê ebedî ye? 31.10.19 74
8 Rewşa kesê di dema mirinê de kelîma şehadetê neanîbe dê çawa be? 18.09.19 63
9 Ma dê gunehkar roja qiyametê kor bene heşirkirin? 04.11.19 47
10 Ma ji bo çûna bihuştê kesên dewlemend gavekê li pêş in? 20.09.19 63
11 Ma em ê li bihuştê jî bi malbata xwe ya li dunyayê re bin? 23.09.19 70
12 Ma rast e ku Resûlullah gotiye: Li ser miriyên xwe sûreyê Yasînê bixwînin. 24.09.19 72
13 Ma mirov di ber sikratê de dê êş û azarê bikşîne? 30.09.19 60
14 Ma xêra li pey miriyan tê dayin, digihîje wan? 01.10.19 67
15 Ma mirov ji tiştên di dilê xwe de derbas dike dê were pirsyarkirin? 02.10.19 82
16 Ma di ber sekratê de şeytan tê ku îmana mirov jê bistîne? 08.10.19 73
17 Ma tirsa ji mirinê guneh e? 09.10.19 63
18 Ma roja axretê û roja qiyametê heman tişt in, an du rojên ji hev cuda ne? 15.10.19 81
19 Ma rast e ku kesê di sê mehan de bimre nayê pirsyarkirin? 16.10.19 47