Pirs: Ma di roja me ya îroyîn de divê zêhniyeta me ya Îslamê çawa be? Ango divê Îslama mutedil be? Yan jî ya tundraw be?
Bersiv: Îslam, dînê Xwedê Teala ye. Ji ber vê yekê ew, li gorî serdeman naguhere. Divê însan jî Îslamê, bi awayê ku Xwedê nîşanî wan daye fêhm bikin. Zêhniyeta ku Îslam di her serdemekê de bi awayekî were fêhmkirin, nabe daxwaza Xwedê. Hizr û ramanên bi vî rengî ji gumanên însan bi xwe pê ve ne tu tiştekî din in.
Xwedê Teala di ayeta sêyem ji sûreyê Maîde yê ku herî dawî hatiye hinartin de wiha ferman dike: “Îro, Min dînê we ji bo we kemiland. Min qenciya xwe li ser we temam kir…” Dîn jî ji Qur’ana Pîroz pêk tê. Di roja me ya îroyîn de û di her deman de divê hemî Misilman dîn, ji Qur’anê fêr bibin û li gorî destûrên wê tevbigerin. Daxwaza Xwedê Teala çawa be, wisa. Ango ne li gorî berjewendiyên xwe; ba ji kîjan aliyî ve bê, xwe nedin wî aliyî.
Etiketlər: divê Îslam çawa bê fêhmkirin, Îslama mutedil, Îslama tundraw