Pirs: Di sûreyê Mu’min ayeta 34an de ji bo Yûsuf aleyhisselam bêjeya “heleke” hatiye bikaranîn. Ev bêje, di wateya “hilweşandin”, “qirbûn” û hwd. de ye. Ev bêje di Qur’anê de di wateyeke neyînî de ji bo tunekirina qewmên stemkar tê bikaranîn. Li gorî vê, bêjeya heleke ji bo mirina pêxemberekî çawa tê bikaranîn?
Bersiv: Bêjeya “heleke”, di wateya “mirin”ê de jî tê bikaranîn. Wekî mînak di ayeta jêr de kelîme di vê wateyê de ye:
“Ji te çareseriyê dipirsin. Bibêje: Xwedê di bara kelalê de (mîrateya kesê ku zarok û bavê wî tuneye de) çareseriyê beyan dike. Eger yekî bêzarok helak bibe (heleke/bimre) û xwişkeke wî hebe; nîvê mîrateyê ji wê re ye. …” (Nîsa, 4/176)
Heman bêje, di sûreyê Mu’min ayeta 34an de ji Yûsuf alyehisselam jî hatiye bikaranîn:
“Sond be, berê, (beriya Mûsa) Yûsuf jî nîşanên aşkere ji we re anîbûn. Wê çaxê jî hûn di der barê ya ku ji we re anîbû, her di gumanê de bûn. Heta dema ku Yûsuf wefat kir (helek), we got: Êdî Xwedê dê piştî Yûsuf pêxemberekî neşîne. Ha wisa Xwedê ew ên ku tixûbbihêr û şibhekar in dibe delaletê.”
Ji ayetan diyar dibe ku ev bêje ji bo mirina pêxember jî tê bikaranîn.
Etiketlər: bikaranîna kelîmeya heleke ji bo pêxemberan, mena bêjeya heleke, wateya heleke, wefata Yûsuf aleyhisselam