Fetwayen Kurdi
Cezayê munasebeta cinsî di rojên qedexekirî de çi ye?

Cezayê munasebeta cinsî di rojên qedexekirî de çi ye?

Pirs: Ma cezayê munasebeta cinsî di rojên qedexekirî de çi ye?

Bersiv: Kesê ku bi jina xwe re beriya ku ji heyzê derkeve têkeve eleqeya cinsî, ew kes gunehkar dibe. Ji bo vî tiştî lazim e ku poşman bibe û tobe bike. Piştre ku meriv bi qasî (4,25 gr zêr) sedeqe bide munasib hatiye dîtin.

Ji Ebdullah kurê Ebbas (x.j.q) hatiye ragihandin, Pêxember (s.a.w) di derheqê kesê di zemanê heyzê de nêzî jina xwe dibe wiha ferman kiriye: “Bila ew kes an dînarekî an jî nîv dînarî sedeqe bide.[1]

Ebdullah kurê Ebbas (x.j.q) wiha gotiye: “Eger mirov di serê dîtina xwîna heyzê de nêzî jina xwe bibe, bila dînarekî û eger piştî xwîn sekinî, lê beriya serşûştinê nêzî wê bibe, bila nîv dînarî, sedeqe bide.[2]



[1] Ebû Dawûd, Nîkah, 46-47.

[2] Ebû Dawûd, Nîkah, 46-47.