Fetwayen Kurdi
Zilam, dema şîrê pîreka xwe vexwe ma eqrebatî di navbera wan de çêdibe?

Zilam, dema şîrê pîreka xwe vexwe ma eqrebatî di navbera wan de çêdibe?

Pirs: Hevaleka min ya bi hemil dema bi mêrê xwe re leyistiye mêrê wê gotiye ku “Şîr ket devê min.” Hevala min tirsiyaye, ji yekî pirsiye gelo tu mehzûreke dînî heye. Wî jî gotiye ku “Rewşeke biguman e, dibe ku tu bi mêrê xwe re bibî xwişka şîr.” Birastî jî tiştekî wiha mumkin e? Ma mêr û jin bi tiştekî wiha dibin xwişk û birayên hev ên şîr?

Bersiv: Çêbûna rewşên wisa di navbera mêr û jinan de tiştekî normal e. Ji vê bonê di navbera wan de xwişk û biratiya şîr dernayê holê.

Da ku merivantiya şîr derkeve holê divê ku pîrek zarokeke ji 0 heta 2 salan bi mebesta xwedîkirinê şîr bidê. Di hedîsekê de wiha hatiye ragihandin:

Merivantiya şîr, encax bi şîrdayina di hundirê du salan de pêk tê.”[1]

Ji ber vê yêkê di rewşeke wisa de mêr û jin nabin xwişk û birayên hev ên şîr.

Riwayeteke ku di Muwetta Îmam Malik de derbas dibe û bi vê mijarê re têkildar e wiha ye:

Zilameki, ji Ebû Mûsa el-Eş‘erî (x.j.q) pirsî: “Min sînga pîreka xwe mêt û şîr çû nava min (hukmê vê çi ye)?” Ebû Mûsa dema got “Li gorî vê, ew pîrek li te heram bû ye.” Ebdullah kurê Mesûd (x.j.q) ji zilam re got ku “Dêhna xwe bidê, bê ka çawa fetwa da.” Ebû Mûsa dema got: “Di vê babetê de ka tu nabêjî çi?” Îbn Mesûd got ku “(Tiştê ku heramiyê derdixe holê) mêtin encax di hundirê du salan de be.” Li ser vê yekê Ebû Mûsa got: “Heta ku ev alimê mezin di nav we de be, tu tiştekî ji min nepirsin.”[2]



[1] Buxarî, Nîkah, 21.

[2] Muwetta, Reda‘, 14.